Dê Dayikên Aştiyê ji bo gavavêtinê biçin Enqereyê
- 12:21 29 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ragihand ku ew ê roja Yekşemê biçin Enqereyê û gotin: "Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re di mehê carekê de têrê nake. Em daxwaz dikin ku statuya Rêberê Gelê Kurd were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin. Em bang li her kesê ku aştiyê dixwaze dikin ku piştgiriya me bike."
Meclîsa Dayikên Aştiyê, li şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), derbarê girtiyên nexweş û kesên ku cezayên wan hatine taloqkirin de daxuyanî li dar xist. Nezahat Teke, li ser navê Dayikên Aştiyê daxuyanî xwend.
'Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re tenê mehê carekê têrê nake'
Nezahat Teke, bi banga avêtina gavên berbiçav di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, ragihand ku ew ê ji bo daxwazkirina van gavan biçin Enqereyê. Nezahat Teke wiha berdewam kir: "Heta ku Rêber azad nebe, kes nikare azad be û tu qanûnek jî nikare wateyekê bide. Em ê roja Yekşemê saet di 10:00'an de ber bi Enqereyê ve biçin. Dayikên Aştiyê yên ji bajarên din jî dê werin Enqereyê, ji ber ku biryarên derbarê şer û aştiyê de li wir tên dayîn. Em ê li Enqereyê konan deynin û 'çalakiyeke aştiyê' pêk bînin. Girtî di girtîgehan de nexweş dikevin û berdana gelekan ji wan tê astengkirin; êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em daxwaz dikin ku statuya Rêberê Gelê Kurd were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin. Em ê li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin û heta roja Sêşemê li wir bimînin. Em bang li hemû cîhanê, rêxistinên civaka sivîl ên li Enqereyê û her kesê ku aştiyê dixwaze dikin ku piştgiriya me bikin. Hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re tenê di mehê de carekê têrê nake. Her wiha em wan dezgehên medyayê ku parêzvaniya aştiyê nakin jî rexne dikin; em bang li wan dikin ku helwesta xwe biguherînin û bi dilsozî tevbigerin. Çapemenî divê azad be û ji her cûre bandoreke derve serbixwe bimîne. Em hêvî dikin ku em ê ji Enqereyê bi destên vala venegerin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.







