Perya Nesir a li Îranê hatibû binçavkirin, hat berdan
- 15:28 27 Cotmeh 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê xwendekara 17 salî Perya Nesirî ku ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve li dibistana xwe ya li Nexedeyê hatibû girtin, bi kefalet serbest hat berdan.
Perya Nesir a 17 salî ku di 21’ê Cotmehê de li Nexedeyê di dema serdegirtina hêzên îstîxbaratê ya li ser dibistana navîn a ku lê dixwend de hatibû binçavkirin, bi kefalet serbest hat berdan.
Li gorî agahiyan, Perya Nesîrî ji aliyê rayedarên girêdayî Wezareta Îstîxbarata Îranê ve ji dibistanê hatibû binçavkirin û wê biribûn cihekî nediyar. Der barê cihê binçavkirina wê de tu agahî nehatin parvekirin.
Girtina xwendekara ciwan li dibistana ku lê dixwend bûbû sedema fikaran. Her çendî hatibe berdan jî der barê sedemên girtin, sûcdariyên ên li dijî wî û pêvajoya yasayî ya ku li dijî wî tê meşandin de hê jî nezelalî heye.







