Li Mêrdînê pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn
- 13:49 27 Cotmeh 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Pakrawanên têkoşîna azadiyê ya Kurd, li navçeya Artuklûyê ya Mêrdînê bi bernameya mewlûdê hatin bibîranîn.
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, li tesîseke navçeya Artuklû ya Mêrdînê bernameya mewlûdê li dar xist. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, gelek welatî tevli bîranînê bûn. Li hêwana ku bîranîn lê hat lidarxistin, li gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Di şopa şehîdan de ber bi rêbertî û civaka azad” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û marşa “Çarxa Şoreşê” hate xwendin.
Hevserokê MEBYA-DER’a Mêrdînê Salîh Kuday di bîranînê de axivî û ev tişt got: “Em tevahiya şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Me soz da wan, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê têkoşîna wan bin.” Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo yekitiya gelê Kurd têkoşiyane û wiha axivî: “Şehîdên me ne tenê malbatên xwe, çar parçeyên Kurdistanê anîn gel hev. Şehîdên me ji bo yekitiya me jiyana xwe feda kirin û wan her tim xwest ku yekitiya me ava bibe. Li dijî gelek zehmetiyan ji bo yekitiya gelê xwe têkoşiyan. Xwedîderketina li pêvajoyê, xwedîderketina li têkoşîna şehîdên me ye.”
Bername bi xwendina mewlûdê û xwarinê bi dawî bû.







