Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir
- 15:55 3 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Heyeta Dayikên Aştiyê ku li Enqereyê ne li Meclisê serdana partiyên siyasî didomînin. Heyeta Dayikên Aştiyê li Meclisê serdana Koma AKP'ê kir û bi Serokwekîlê Koma AKP'ê Abdullah Guler re hevdîtin pêk anî. Heyetê û dosyeyek ku daxwaza wan têde bû radestî Guler kir.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne, serdana partiyên siyasî didomînin. Heyetek Dayikên Aştiyê ku ji Amîna Engudar, Hatîce Yaşar, Turkan Durç, Zeynep Calihan pêk tê serdana Koma AKP'ê kir û bi Serokwekîlê Koma AKP'ê Abdullah Guler re hevdîtin pêk anî. Dayikan di serdanê de dosyayeke ku daxwaz û nêrînên xwe bi Kurdî û Tirkî anîne ziman, radestî koma AKP'ê kir.







