Dayikên Aştiyê daxuyaniyê didin

  • 16:28 3 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE – Dayikên Aştiyê ku li Enqereyê ji bo gavên berbiçav ên di pêvajoyê de çalakiya nobedariyê ya rojekê li dar xistin, li Parlamentoyê bi komên partiyên siyasî re civînan li dar dixin. Dayikên Aştiyê derbarê çalakiya xwe ya du rojan de daxuyaniya çapemeniyê didin.
 
Zêdetirî 300 Dayikên Aştiyê, ku ji 24 bajaran bi dirûşmeya "Ji bo Aştiyê Gavekê Biavêje" hatin Enqerê da ku daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî yên di girtîgehê de û gavên berbiçav ên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bikin, piştî çalakiya nobedariyê ya duh êvarê li Parka Kurtuluş beşdarî Civîna Koma DEM Partiyê bûn. Piştî vê yekê, şandeyek Dayikên Aştiyê li Parlamentoyê rêzehevdîtin li dar xistin. Dayikên Aştiyê ji bo ku rexne û pêşniyarên xwe bigihînin partiyan dosyayek jî pêşkêş kirin.
 
Dayikên Aştiyê derbarê bernameya xwe ya du rojî ya Enqerê de daxuyaniyekê didin.
 
Hûrguliyên wê dê piştre werin…