Çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê: 19 jin hatin qetilkirin, 18 mirinên bi guman

  • 09:02 5 Mijdar 2026
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê, herî kêm 19 jin û 2 zarok hatine qetilkirin, 18 jin û 6 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Nîqaşkirina mekanîzmayên ku ji parastina mafê jiyana jinan berpirse didomin û di meha cotmehê de jî jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Jinên ku daxwaza berdanê kirin an jî daxwaza mêran a têkiliyê red kirin, bûn hedefa tundiya mêr. Mekanîzmayên ku jinan ji bo parastinê serî lêdan jî pêşî li qetilkirinan negirt. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê ku JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine dîtin berhev kir, herî kêm 19 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 6 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Gumanbar ê herî nêz e
 
4 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 1 jinek ji aliyê mêrê pê re di asta destbedanê de, 2 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn ve, 1 jinek ji aliyê mêrê ku pê re têkilî hebû û 2 jin jî ji aliyê mêrên ku berê pê re bûn ve hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê bav, jinek ji aliyê mêrê ku pêşniyara mêr a têkiliyê red kir ve hatin qetiklirin. Di êrîşên çekdarî de du jin hatin qetilkirin û nêzbûna van gumanbaran nehat zelalkirin.
 
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin
 
Li Aydinê 3, li Îzmîrê 3, li Enqereyê 2, li Konyayê 2, li Edeneyê 1, li Amedê 1, li Antalyayê 1, li Bursayê 1, li Kirklareliyê 1, li Kocaeliyê 1, li Meletiyê 1, li Osmaniyê 1 û li Trabzonê 1 jinek hat qetilkirin.