Cemîle Mihemedemîn Azer hat binçavkirin ev 4 roj in wenda ye
- 12:35 6 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemwelatiya Kurd Cemîla Mihemedemîn Azer a ji Bokanê, piştî serdegirtina mala malbata xwe ya ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve, hat binçavkirin. Ev 4 roj in derbarê cih û rewşa wê de tu agahî nîne.
Hemwelatiya Kurd Cemîla (Mîna) Mihemedemîn Azer a ji Bokanê, di serdegirtina mala malbata xwe ya ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate binçavkirin. Tevî ku 4 roj derbas bûn jî tu agahî li ser cih û rewşa wê tune. Hevjînê wê Xoşnav Ezîzîpûr jî di heman serdegirtinê de hat binçavkirin lê çend demjimêran şûnda hate berdan.
Li gorî raporên hatine weşandin her du hemwelatî roja Sêşemê, di serdegirtina mala malbata xwe de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatine binçavkirin. Xoşnav Ezîzîpûr, piştî çed seatan hate berdan, lê Cemîla Mihemedemîn Azer hêj di binçav de ye. Hewldanên malbata wê ya ji bo bidestxistina agahiya li ser wê, heta niha bêencam mane.
Heta dema weşandina vê nûçeyê jî tu agahî li ser cihê Cemîla Mihemedemîn Azer, sedema girtina wê an jî ti tohmetên muhtemel ên li dijî wê, tune ne. Rayedarên ewlehî û dadweriyê jî derbarê vê mijarê de tu daxuyanî nedan. Binçavkirina welatiyê, di demeke ku raporên mafên mirovan destnîşan kirin ku çend welatiyên din jî di 2 û 3’ê Mijdarê li Bokanê hatine binçavkirin de, pêk hat.







