Doza ‘çeteya fihûşê’ hat taloqkirin

  • 11:49 20 Nîsan 2026
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Danişîna doza “çeteya fihûşê” ku leşker jî tê de cih digirin û piştî 11 salan hatibû vekirin, careke din hate taloqkirin. 
 
Danişîna 6’emîn a “Çeteya fihûşê” ya li Şirnexê ku leşker jî tê de tên darizandin û 11 sal piştre hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şirnexê û rêveberên Navenda Piştevaniya Jinê ya Bêrîvan Kutluyê jî danişîn şopandin. 
 
Şandeya dadgehê, bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîna dozê taloqî 6’ê Tîrmeha 2026’an kir.