‘Ji bo mafê nefeqeyê divê têkoşîna hiqûqê û piştevanî bê mezinkirin’
- 09:05 18 Cotmeh 2026
- Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Nazli Matur der barê betalkirina sererastkirina nefeqeya ‘bêdem’ de axivî û got: “Jin ji ber bêewlebûna aboriyê mahkumê zewaceke têde tundî heye tên kirin. Ji bo jin mahkumê vê tundiyê nebin û piştî destberdanê jiyanek mirovane bijîn divê em têbikoşin.”
Dadgeha Destura Bingehîn(DDB) di 4’ê Hezîrana 2026’an de nefeqeya xizaniyê ya ‘bêdem’ a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk de cih digirt û ji bo kesên piştî destberdanê bikeve xizaniyê, dihat dayîn, betal kir. Biryar di 30’ê îlona 2026’an de hat weşandin.
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Nazli Matur der barê mijarê de nirxandin kir.
Nefeqe ne qencî ye
Nazli Matur da zanîn ku biryara DDB’ê bandor li jinên ku azadiya wan ya aborî tune dike û got: “Ev biryar nayê wateya ku mafê nefeqeyê bi giştî tê rakirin. Ya hatiye betalkirin îbareya ‘bêdem’ a xala 175’an a Kanûna Medenî ye. Em vê mijarê nikarin wek nelihevkirinek di navbera du kesan de bigirin dest. Nefeqe piştî destberdanê mafekî ku divê bê dayînê ye. Beşek mezin a jinan di zewacê de ji ber karê malê û zarokan ji jiyana kar dur dikevin. Ji ber vê jî piştî destberdanê em nikarin bêjin ku şertên aboriyê yên aliyan wekhevin. Jinên bi salane di malbatê de ked dane piştî destbedanê ne pêkane ku serbixwebûna aborî bidest bixin. Ger ev sererastkirin tenê dema nefeqeyê sînor bike, wê jin piştî destberdanê bikeve xizaniyê.”
‘Ev gotin êrîşek li dijî mafê jinan e’
Nazli Matur di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gotinên wekê ‘çend mehan zewicandî ma û seranserê jiyanê nefeqe’ ji rastiyê dur in û wiha got: “Ev gotin êrîşek li dijî mafê jinan e. Ji bo jinan ku demek dirêj ji jiyana kar dur ketine, gotina ‘li ser piyên xwe bisekine’ ne hêsane. Wê vê çawa bike?Wê kî li zarokên wê binêre, wê kî kirê bide. Piştî destberdanê jî jin neçarin berpirsyariya malê û zarokan bigirin. Jinên ku nefeqeya wan tê dayîn û nayê dayîn jî hene. Ji ber vê jî nefeqe nayê wateya rehetiya aboarî, ji xizaniyê jî xilas nake.”
Nazli Matur di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku êrîşên li hember mafê nefeqeyê dibin sedema ku jin di nav lepê tundiyê de bimînin û wiha got: “Em li dijî biryarê têdikşin. Divê em hemû ji bo pergaleke hiqûqî ya ku jin dikarin bi mirovane bijîn têbikoşin.”







