Li konteynirê masîvaniyê dike
- 09:02 21 Mijdar 2024
- Jiyan
MEREŞ - Hîkmet Demîr ku piştî erdhejê di konteynirê de masîvansiyê dike diyar dike ku divê jin kargehên xwe vebikin û got ancax bi yekitî û piştevaniyê dikarin bi ser kevin.
Jin li her qada jiyanê li dijî zext û êrîşan dengê xwe bilind dikin. Jin di gelek qadên kar ku wek karê mêran tê dîtin, xwe nîşan didin û ji xwe re qadên jiyanê vedikin û debara xwe dikin.
Di 6’ê Sibata 2023’an de navenda wê Mereş erhej pêk hat. Hîkmet Demîr beriya erdhejê li Pazarcixê masîvanî dikir û piştî erdhejê kargeha wê mala wê xera bû. Hîkmet a ku desthilatdariyê mal û xaniyê wê teslîm nekir, li konteynirê dest bi masîvaniyê kir û li ser piyên xwse sekinî.
Li konteynirê geh
Hîkmet Demîr da zanîn ku 15 sale masîvaniyê dike û wiha domand: “Bêguman kesên ku em qebûl nekirin jî hebûn. Lê ligel vê yên piştgirî dan jî zêde bûn. Beriya erdhejê min û hevjînê xwe restorant dida xebitandin. Pîşeya min kuaforî bû. Lê min restorant vekir. Me masîvanî kir. Ji wê rojê de dixebitim. Di erhejê de kargeha me xera bû. Piştî erhejê çûm derveyê welat cem keça xwe. Demekê li wir mam û vegeriyam. Min li konteyniran ev kargeh vekir.”
Piştevanî
Hîkmet Demîr diyar kir ku piştî erdehejê pirsgirêk jiyane û li dijî hemû pirsgirêkan serbilind sekiniye û got: “Ez bi tena serê xwe bûm. Li ser piyan sekinîm. Min ji bo nanê xwe têkoşîn meşand. Beriya erhejê jî piştevaniyek jinan hebû. Bila jin kargehên xwe vebikin. Bila ji mêran hêviyê nepên. Bila di piştevaniyê de bin bi yekîtî tevbigerin.”