Malbatên girtiyan Kooperatîfa Hilberîna Jinan Rawesta vekir
- 16:51 6 Kanûn 2025
- Ked/Aborî
AMED - Malbatên girtiyan Kooperatîfa Hilberîn û Kargeriya Jinan Rawesta li Peyasê bi merasîmekê vekir.
Bi pêşengiya malbatên girtiyan û Komeleya Piştevaniya Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) Kooperatîfa Hilberîn û Kargeriya Jinan Rawesta li navçeya Peyasa Amedê bi merasîmekê vekir. Gelek saziyên sîvîl, partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyan, dayikên aştiyê, malbatên girtiyan beşdarî merasima Kooperatifê bûn.
Kurdeleyê Koperatîfa Rawesta bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û çepikan birîn û kooperatif ji xizmetê re vekerin.







