
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me wê biçe Îmraliyê
- 13:42 24 Sibat 2025
- Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku dê di nava çend rojan de şandeya wan biçe Girtîgeha Îmraliyê û got: “Piştî vê hevdîtinê dê bi birêz Ocalan re dîroka banga dîrokî were diyarkirin.”
Serokwekîla koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û û tayînkirina qeyûm weke “derbeya siyasî” nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “AKP hewl dide bi darê zorê şaredariyan bi dest bixe. Ev, operasyona talankirinê ye. Desteserkirina vîna gel e. Zordestî ye.”
'Tehemûla xizmeta hevalên me nakin'
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku AKP bi tayînkirina qeyûman re çavkaniyên bajaran pêşkeşî AKP’iyan dike û wiha domand: “Ji bo qeyûman tayîn bikin, ceza didin hevşaredaran. Pêvajoyên darazê tên bilezûbezkirin, dosyayên berê dixin rojevê û bi şahidên nepen û li ser fermanê bi destê dadgehên herêmî cezayan didin hevalên me. Piştre jî qeyûman tayîn dikin. Çima ewqas eceleyê dikin? Ji ber ku eceleya AKP’ê heye. AKP tehemûl nake ku çavkanî ji bo gel bên xerckirin. Tehemûla xizmeta hevalên me nakin. AKP dixwaze hundirê şaredariyan vala bike. Dixwaze bi siyaseta qeyûm xwe li ser pêyan bigire û rejîma xwe xurt bike. Lewma meseleyeke siyasî ye. Darazê weke amûrekê bi kar tîne. Em bangî wan dadgeran dikin; madem hûn ewqas di bin fermana AKP’ê de ne wê demê cibeyên xwe derxînin û werin di nava AKP’ê de siyasetê bikin. Heke cisareta we hebe werin li hemberî me bibin namzet.”
'Gelo ev li gorî qanûnê ne?’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tayînkirina qeyûm derbe li dijî vîna gelê Qaxizmanê kirin. Qers bajarejî kozmopolît e lê niha di nava rewşekî gelek xerab de ye. Herin lê binêrin ka ji ber polîtîkayên qeyûm ketiye çi halî. Ev qeyûm, derbeyeke li dijî vîna gelê Qersê ye. Di 2’yê Adarê de biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate dayin. Demekî kin piştre jî ceza dan. Emniyet bi vê jî bisînor nema. Rêyên ji gundan ên ber bi navçeyê ve bi axê girt. Hevserokên me nekarîn xwe bigihînin navçeyê. Gelo ev li gorî qanûnê ne? Na.
AKP hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike
AKP hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike. Ev yek nîşan dide ku ka AKP ketiye nava têkçûneke çiqas mezin. Çima HDK hedef girtin? Ji ber ku HDK, navê tifaqa stratejîk a tevgera Kurd a bi derdorên sosyalîst û demokrat re ye. Ne ku HDK rêxistineke îllegal e lewma, ji ber ku qala civak û komara demokratîk dike lewma hedef hate girtin.”
Dê hevdîtina sêyam bê kirin
Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Serlêdana ji bo hevdîtinê jî dê îro yan jî sibe bike. Amadekarî tên temamkirin. Di hevdîtina li Îmraliyê de bi taybet jî dê agahiyên têkildarî hevdîtinên li başûrê Kurdistanê hatine kirin, nîqaşên hatin kirin dê bi birêz Ocalan re bên parvekirin. Piştî vê hevdîtinê dê dîroka banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan jî diyar bibe. Dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dê bibe destpêka serdemeke nû. Em dizanin ku ew banga dîrokî dê were. Em careke din dibêjin ku divê pratîkên ku zemîna tifaqa Kurd û Tirkan a nû zerab dike, yên pêşiya vê digirin divê di serî de ji hêla civak û siyasetê ve bên mehkûmkirin.
Bang li meclisê kir
Piştî banga dîrokî, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Meclisê. Em bang li Meclisê dikin ku piştî vê banga dîrokî berpirsyartiyê li xwe bigire, destê xwe deyne bin kevir û pêdiviyên vê bangawaziyê bicih bîne. Ji bo vê jî divê demildest ji bo sererastkirinên qanûnî bikeve nava hewldanan.”