‘Abdullah Ocalan aştî tercîh kiriye û dipê ku yên din jî wek wî bin’
- 09:04 30 Çile 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward, der barê hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya tecrîdê de axivî û got: “Em dizanin Abdullah Ocalan riya aştiyê tercîh kiriye. Ji ber vê dipa ku yên din jî bigihêjin wî. Bidawîkirina tecrîdê û rawestandina bombebaranê nîşaneya niyeta baş e. Ev neyên kirin Tayyîp Erdogan ne wek kesekî aştiyane, wê wek lîderekî vala derkeve holê.”
Hevdîtinên bi Îmraliyê re didomin û di rojên borî de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 69 kesên xelatgirên Nobelê ku di nav de siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen û parêzvanên maf hebûn, nameyeke ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
Name ji serokê komîteyê serokê Luksemburgê Xavîer Bettel re hat şandin û hat xwestin ku divê parêzer û malbat bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û Abdullah Ocalan demildest bê berdan. Her wiha bang hat kirin ku Tirkiye pevçûnê bi dawî bike û piştgiriya ji bo aştiya mayînde a li Rojhilata Navîn gavên şênber bê avêtin.
Yek ji kesên îmze avêt nameyê endama parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward bû. Julîe Ward der barê tecrîda didome û nameya nivîsandine de nirxandin kir.
‘Em bi hêrs in û divê dengê xwe bilind bikin’
Julîe Ward da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina maf e û bi çend hevdîtinên kurt ên malbatê mafê girtiyan ji dest tên girtin. Julîe Ward wiha domand: “CPT'ê di rapora sala 2002'yan de got, 'Bi salan girtina mirovan di hucreyên yekkesî de bi tu şert û mercî rewa nabe.' Heyeta ku çû Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, piştre gelek caran bang li rayedarên Tirk kir ku ji bo rakirina tecrîdê pêşniyarên xwe bi cih bînin. Zêdetirî 20 sal ji wê demê re derbas bûne û karbidestên Tirk gelek caran guhnedana xwe ji qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan re nîşan dane û bi bijartina guhnedana vê koma pispor û yên din nîşan dane. Divê em şaş nemînin, lê divê em hêrs bibin û dengê xwe bilind bikin.”
‘Erdogan bixwaze îmaja xwe bilind bike divê ji mala xwe dest pê bike’
Julîe Ward balkişand ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatine destpêkirin û got Tirkiye di herêma pevçûnê de cih digire û ji ber vê Tirkiyeyê hewcedarî bi hevdîtina bi Îmraliyê re dîtiye. Julîe Ward wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cîhan di carekê de guherî û berdewam dike. Tirkiye di nav herêmên ku pevçûnên dijwar lê diqewimin de di rewşeke nerehet de ye û ne dikare xwe tevlî şerê Rûsya û Ûkraynayê bike û ne jî bikeve aliyê yek ji aliyên şerê Israîl-Hamasê. Bi rûxandina Esad re, rewşeke nû li Sûriyeyê derdikeve holê ku dibe ku balê bikşîne ser rewşa leşkerî ya Tirkiyeyê li ser sînor. Ez guman dikim ku Erdogan difikire ka dê çawa bê bibîranîn û dîrok dê li şûna berdewamkirina êrişan, li rêberekî ku rê li ber aştiyê vekiriye bi xweşbîntir binêre. Eger Erdogan dixwaze îmaja xwe ya aştîxwaz û muxatabekî girîng bilind bike, divê ji mala xwe dest pê bike. Aliyên din jî ji bo vekirina vê qada nû ya diyalogê gelek dixebitin. Lê di dawiyê de dibe ku Erdogan qîmeta dîrokî bi dest bixe, vê hedef dike.”
‘Wê lîderekî vala be’
Julîe Ward balkişand ser peyama 7 xalî ya Abdullah Ocalan a di 28’ê Adarê de ku heyeta Îmraliyê anîbû û got: “Em dizanin ku birêz Ocalan rêya aşitiyê hilbijart, ew tenê li bendê bû ku yên din bigihêjin wî. Parlamento bi rastî di her pêvajoya aştiyê de pir girîng e. Pêwîst e aliyên cuda bigihin rêkeftinekê û rêkeftinên ku xwediyê bingeheke qanûnî ya bihêz bin, amade bikin. Lê ez dixwazim pispor û çavdêrên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin da ku giranî û rewabûnê zêdetir bidin pêvajoyê. Ger ku şer û êrîş neyên rawestandin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin wê Tayyîp Erdogan ne wek kesekî aştiyane wek lîderekî vala derkeve holê.”
‘Gav erênî ne divê em hedefa xwe biparêzin’
Julîe Ward da zanîn ku civaka navneteweyî geşedanan ji nêz ve dişopoînin û wiha dawî lê anî: “Divê civaka navnetewî bibe dengek ji bo kesên bê deng, daxwaza nêzîkbûneke berfireh, teşwîqkirina pêşveçûnê dema ku pêşketin hebe û fikarên xwe derbixe dema ku lihevnekirin û xitimandin hebe. Wekî ku min berê jî got, ez difikirim ku divê saziyek çavdêrî ya fermî ya navneteweyî jî hebe ku karibe wekî rêgezek agahdarî û piştgirîyê bixebite. Ez nikarim pêşerojê pêşbîn bikim, lê ez difikirim ku nîşanên erênî xuya dikin. Weke civaka navneteweyî divê em zêde dûr nekevin û baldariya xwe biparêzin.”