
'Em ê bi azadiyê li qadên 8'ê Adarê bin'
- 11:28 21 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê têkildarî xebatên 3 mehan ên hemleya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” û destpêkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê agahî da û ev tişt anî ziman: “Em weke mîratgirên têkoşîna jinan soz didin ku di 8’ê Adarê de ku em bi serhildan û meşa azadiyê re têkoşîna xwe berfireh bikin em ê li qadan bin.
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rapora xebata 3 mehan a kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku di 13'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin û starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê eşkere kir. Hevserokên şaredariyan û xebatkarên şaredariyê yên di nava DEM Partiyê de beşdarî daxuyaniya li Salona Konferansê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn. Metna kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ve hat xwendin, bi tirkî jî ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ve hat xwendin. Daxuyanî bi sînevîzyona ku xebatên di heyama 3 mehan de hatiye kirin û qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" dest pê kir.
'Qeyûm bûn sedem ku jin tundiyê bibînin'
Devrîm Demîr di daxuyaniya xwe de ewil destnîşan kir ku ji ber qeyûmên tayînkirî bi salan e pêdiviyên giştî yên gel tên astengkirin û wiha dewam kir: “Xebatên wekî Navendên Piştevaniya Jinan, Sitargehên Jinan û Xeta Şîdetê ya Alo ku di têkoşîna li dijî cihêkarî û şîdeta ku jin di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin xwedî girîngiyeke mezin in, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin girtin û jinên li van qadan dixebitin gelek caran ji kar hatin avêtin. "Ev rewş bûye sedem ku jinên tundiyê dibînin, ku pêwîstiya wan bi piştgiriya rêveberiyên herêmî heye, bên îzolekirin."
Xebata kampanyayê
Devrîm Demîr, anî ziman ku qeyûm rê li ber gelek xebatan girtin û got, piştî ku şaredarî hatin desteserkirin, di 13'ê Mijdara 2024'an de weke Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên DEM Partiyê dest bi kampanyaya "Soza me neqede, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dane destpêkirin. Serra Bucak got, “Bi vê kampanyayê me armanc kir ku bi xebatên di warê wekheviya zayendî de hevgirtina jinan ji nû ve xurt bikin û bi bandor li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Di vê çarçoveyê de me xwe gihand zêdetirî 15 hezar jinan û tax bi tax, gund bi gund çalakiyên berfireh ên hişyarkirinê li dar xistin. Me bi vekirina navendên piştgiriya jinan, stargeh û xetên tundiya Alo mekanîzmayên têkoşînê xurt kir. Me li hemû bajar û navçeyan li ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiyê perwerde li dar xist. Me weke şaredariyên DEM Partiyê bi kampanyayên medyaya dîjîtal, billboard û medyaya herêmî xebatên li ser hişmendiya civakî pêk anîn.
Qala xebatên xwe kirin
Piştî daxuyaniyê xebatên 3 mehan wiha hatin rêzkirin:
“*Li tax, gund, bajarok û saziyên şaredariyê, 'Mekanîzmayên Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Zagona Hejmar 6284, Wekheviya Zayendî.
*Di çarçoveya 'Ragihandina Nelirêtî, Têkoşîna Li Dijî Rêziknameya Şîdeta Dîjîtal' de xebatên hişyarkirinê hatin lidarxistin.
* Li tax, gund, bajarok û saziyên şaredariyê 'Atolyeyên Xweparastinê' hatin lidarxistin.
*Panela Têkoşîna Hiqûqî û Siyasî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinê hate lidarxistin.
*Li ser platformên medyaya dîjîtal ji bo hişyarkirinê afîş, bîlbord û naveroka vîdeoyan hatin hilberandin.
*Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan 'Belgeya Helwesta Bê Şîdetê' îmze kirin."
Lêkolînên li ser tundiya li ser jinê
“*Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê DÎKASUM (Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê) ji nû ve hat vekirin.
*Navenda Hevgirtina Jinê ya Peyas û Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya Peyasê.
*Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinê ya Wanê, Pirtûkxaneya Jinê ya Herikîn.
*Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî, Navenda Jiyan û Piştevaniya Jinê ya Sînemhan, Navenda Hevgirtina Jinan a Wêranşarê, Navenda Piştgiriya Jinan a Tetwanê, Navenda Piştgiriya Jinan a Agiriyê, Navenda Piştgiriya Jinê ya Mekiye Ana.
*Li navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyayê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Amargî, Navenda Jiyana Jinan a Şamîran, Navenda Jiyana Jinê ya Hebûn, Navenda Jiyana Jinê ya Seravê û 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.
*Li navçeyên Wanê di çarçoveya kampanyayê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Amargî, Navenda Jiyana Jinan a Şamîran, Navenda Jiyana Jinê ya Hebûn, Navenda Jiyana Jinê ya Seravê û 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan hatin vekirin.
*Xeta Piştgiriya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat avakirin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.