Hunermendan nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser HDK’ê dan

  • 13:03 21 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî HDK’ê da.
 
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de, lêpirsîn hate destpêkirin. Di lêpirsînê de hunermend, rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de 54 kes hatin binçavkirin. Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî lêpirsîn û binçavkirinan da.
 
Endamên înîsiyatîfê li Karşi Sanat a li Beyoglûyê daxuyanî dan. Gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn û metna hevpar ji aliyê ressam Fatoş Îrven ve hate xwendin.
 
Daxuyaniya li Îzmîrê jî, li Akademiya Piştevaniyê ya Îzmîrê hate dayîn. Mala Hunerê ya Jîn Art, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Arzu Fîlîz Gungor daxuyaniya hevpar xwend.
 
Li Enqereyê jî, li Komeleya Çandên Muzîkê ya Anadolûyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Sevînç Koçuk ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniya hevpar a ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê li 3 bajaran dayî de, nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî HDK’ê hate dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew di demekî welê de ne ku xwestina edaletê guneh tê hesibandin û hate destnîşankirin ku ew ê nîşanî her kesê bidin ku binpêkirina mafê hêviyê, dibe sedemê çi.