
Li Derayê goreke komî hate dîtin
- 11:36 23 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Derayê goreke komî hate dîtin. Li gorî texmînan, zêdetirî 50 cenaze di gora komî de hene.
Duh li bajarê Îzrai yê girêdayî Dera ya Sûriyeyê goreke komî hate dîtin. Li gorî nûçeya SANA’yê, tê texmînkirin ku zêdetirî 50 cenaze di gorê de hebin. SANA’yê, got: “5 cenaze tenê ji gorê hatine derxistin. Ji ber rewşa hewayî, derxistina cenazeyên din tê astengkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Çileya îsal de jî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê goreke komî hatibû dîtin. Di 16’ê Kanûna 2024’an de li mezreya Kiwêtî ya derdora bajarê Îzrai ku di bin kontrola çekdarên "Dîfa El Wetenî" de bû, goreke din a komî hatibû dîtin. Jin û zarok jî di nav de ji gorê 31 cenaze hatibûn derxistin.