
‘Tecrîd didome’
- 09:03 14 Adar 2025
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR - Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yidirim da zanîn ku piştî banga sedsalê ji bo pêvajo bê meşandin divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û da zanîn ku bang gelek girîng e divê dewlet gavê bavêje.
Banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala ku di 27’ê Sibatê de hat deklerekirin hîna deng dide. Piştî banga sedsalê bi taybet gelê Kurd û hemû gelan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Gelê Kur diyar kir ku ji bo pêvajo baş bê meşandin divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocala pêk bên û divê mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve baldar bê girtin. Her wiha ligel vê azadiya girtiyên siyasî û nexweş jî di rojevê de ye.
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAYDER) Ayfer Yildirim, da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û divê dewlet ji bo banga sedsalên gavên samîmî bavêje. Ayfer Yildirim daxuyakirin ku tecrîd û zextên li girtîgehan didome.
‘Birêz Ocalan tiştên ket ser milê wî kir’
Ayfer Yildirim daxuyakirin ku piştî bangê azadiya Abdullah Ocalan di nokteyek girîng de ye. Ayfer Yildirim wiha anî ziman: “Li gel Birêz Abdullah Ocalan bi hezaran hevalên me yên girtî di hundir de ne. Hêviyek her kesî heye. Bang bangek pir girîng e. Bi salan e, em banga aştiyê dikin. Niha birêz Abdullah Ocalan erka xwe pêk aniye. Bi awayekî eşkere piştgiriya herî mezin da aştiyê. Ger aştî pêk were, ya ku divê bi qanûnî bê kirin, ji niha û pê ve di destê dewletê de ye. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî niha di serê dewletê de ne. Bi rastî jî Devlet Bahçelî yekem car behsa mafê hêviyê kir. Ji xwe bangawaziyê jî rehetî di mirovan de afirand. Di hundirê me de 20 hezar kes hene ku 4 hezar jê giran nexweş in. Ji ber vê yekê qaşo cezayê îdamê hatiye rakirin, lê heval ji ber zagonên din bi zanebûn tên hiştin. Em û malbatên van hevalan, gelê me yê ku birêz Abdullah Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd qebûl kirine, di wê baweriyê de ne ku ji bo ev aştî pêk were divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.”
‘Divê Abdullah Ocalan li derve be’
Ayfer Yildirim da zanîn gel samimiyetê dixwaze û wiha dirêjî dayê: “Bi salan pêvajoya aştyê hat rojevê lê xera bû. Gel baweriyê dixwaze, aştiyê dixwaze. Ne tenê gelê Kurd hemû gelan eleqeder dike. Ji bo me jinan jî gelek girîng e. Di şer de yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Ji bo aştiyê divê Birêz Ocalan teqez li derve be. Wê pêvajo hîn bêtir samîmî be. Bang hat lê niha dewlet divê gavê bavêje. Em dixwazin vê bibînin.”
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
Ayfer Yildirim da zanîn ku divê der barê girtiyên siyasî de jî gav bên avêtin û wiha daxuyand: “Tecrîd didome. Ligel vê li girtîgehan zext didomin. Pêkanînên dijmirovahî didomin. Girtiyên nexweş rewşa wan giran in. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş li gitîgehan li berxwe didin. Nayên tahliyekirin. Divê dewlet gavên samîmî bavêje. 20 hezar hevalên me girtîne. Ji van 4 hezar nexweş in. Ger bixwazin me bi aştiyê bidin bawerkirin divê hevalên me berdin.”