
Li Serhedê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’ hat pîrozkirin
- 13:37 18 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Newroza Serhedê de ku bi hezaran kes tevlî bûn û agir bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate pêxistin, gel piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî xwest.
Bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" bajarê Serhedê agirê Newrozê hat pêxistin û bi coşek mezin Newroza 2025'an hat pîrozkirin.
Agirî
Li Bazara Saman a Agiriyê pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Serê sibê ve welatî berê xwe dan qadê. Di qadê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin. Piştî rezgirtinê pîrozbahî destpê kir.
Endama MYK a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muazzez Orhan axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û banga xwedî li derketina bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Dû re parlamenter Sirri Sakik axivî û diyar kir ku divê her kes piştgiriya pêvajoya muzakereyê bike.
Piştî axaftina agirê Newrozê hat pêxistin, dirûşma “Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Jehrmar derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî.
Qers-Dîgor
Li navçeya Dîgor a Qersê jî pîrozbahiya Newrozê pêk hat. Pîrozbahî li qada navçeyê pêk hat. Parlamenter û siyasetmedar tevlî pîrozbahiyê bûn.
Parlamenter Yilmaz Hun, axivî û bal kişand ser bedelê ku heta niha hatî dayîn û banga xwedî li derketina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser çareseriya pirs girêkan û got: “Ev banga Birêz Abdullah Ocalan xwedî wateyek pir dîrokî ye. Ji bo hemû gelan bangeke bi rûmet e. Di bingehê hemû pirsgirêkên ku îro li Tirkiyeyê tên jiyîn pirsgirêka Kurd heye. Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe dê hemû pirsgirêkên aborî û siyasî çareser bibin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Komên herêmî derketin ser dike û stranên xwe gotin. Welatî jî bi gerandina govend û berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” Newroz pîroz kirin.