
Meclîsa Jinan a DTSO Pirtûk diyarî Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan kirin
- 13:43 18 Adar 2025
- Rojane
AMED - Meclisa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê pirtûk diyarî Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan a ku di bin banê Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatan dimeşîne kir.
Meclisa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê pirtûk diyarî Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya tenê berhemên nivîskar û wênesazên jinan tenê tê de cih digirin kir. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya “Em Pirtûkxaneya Berhemên ji Dest Jinan derketine” kampanyaya ku dest pê kiribû, ji hemû pêkhateyan ji bo 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' berdewam dike. Li gor vê kampanyayê Meclîsa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) pirtûk diyarî 'Pirtûkxaneya Xebatên Jinan'ya ku di bin banê Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê de dixebite kir.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, diyar kir ku ev alîkarî ji bo hevgirtina jinan û zindîkirina pirtûkxaneyê girîng e û spasiya Meclîsa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê kir.