
Newroza Qoserê ya bi heybet: Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin
- 14:19 18 Adar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newrozê ya Qoserê de ku bi deh hezaran kes lê kom bûn, qadê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi yek dengî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û dengê wî bibihîzin."
Li navçeya Qoser a Mêrdînê Newroza "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" bi coş dest pê kir. Beriya pîrozbahiya li Qada Otogarê hat lidarxistin, welatiyan li derdora qada ku bi bariyeran hatiye dorpêçkirin dest bi kombûnê kirin. Welatiyên ku bendewariya xwe bi dîlanê berdewam kirin, li ber deriyên têketinê rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer boyax kirin. Bi destpêkirina bernameyê bi hezaran kes li qadê cih girtin.
Malbatên ku bi zarokên xwe re bi cil û bergên neteweyî ketin qadê û bi stranên ku li ser dikê hatin gotin, coş kêliyekê jî nesekinî. Girseyê bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin û govend gerandin. Bi deh hezaran kes li Qada Otogarê bû, qada Newroza herî bi heybet a salên dawî bû.
Poster hat vekirin
Di berdewamiya pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rêberê damezrîner ê PKK'ê Mazlûm Dogan ji hêla girseyê ve hatin vekirin.
Girseya gel bi coş û kelecanek dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, axaftinan dest pê kir. Destpêkê Hevserokê Navçeya DEM Partiyê Abîdîn Unay li ser navê komîteya amadekar silav li gel kir.
‘Ferhat Kurtay di dilê mîlyonan de ye’
Parlamenter Salîha Aydenîz ku ji bo gel silav bike derket ser dikê û got, "Ev der Qoser e. Qosêr bajarê Ferhat Kurtay e. Dema Ferhat Kurtay û hevalên wî bi çirûskê bedena xwe dan ber agir, zanibûn ku ew çirûsk dê belav bibe. Îro ev çirûsk di dilê milyonan de ye."
Diruşmeyên “Bijî Serok Apo” nesekinîn
Axaftina Salîha Akdenîz gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dihat qutkirin, Salîha Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Van gel bi salan bedelên giran dan. Bi saya van bedelên me heta îro hatin. Ji bo parastina van bedelê em ê her tim li qadan bin hemû êrişên wan pûç bikin."
Ji komkujiya li Kobanê re bertek
Salîha Aydenîz, qetilkirina malbateke ji 9 kesan a ku 7 jê zarok li Kobanê pêk hat, şermezar kir û wiha bi lêv kir, "Divê ev êriş demildest bê ronîkirin. Di van rojan de dengê provokasyonê tê. Dema ku ji bo aştî û azadiyê gav tê avêtin, provokasyon derdikevin holê. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk derkeve pêş û vê êrişê derxe holê, ev êrişa duyemîn a komkujiya Parîsê ye demildest bên ronîkirin."
‘Em bi Birêz Ocalan re ne’
Salîha Aydenîz, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em amade ne. Ma gelo ew jî amade ne? Gelê Qoserê, ciwan, jin, em bi Birêz Ocalan re ne. Ocalan mîsyona herî mezin daye jin û ciwanan. Em weke ciwan û jin ji bo avakirina demokrasiyê, ji bo gelên Rojhilata Navîn, amade ne Bi hev re bijîn û bijîn, em ê vê bangawaziyê bigihînin armanca xwe, em ê vê pêvajoyê baş fêm bikin.
Rahşan Demirel tîne bîra min
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir derket ser dikê û gel silav kir, bi rêzgirtina bajarên navendî yên Kurdistanê yek bi yek Newroz pîroz kir. Keskîn Bayindir ku di berdewama axaftina xwe de Newroza gelê Mêrdînê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Ev der bajarê Rahşanê ye ku digotin 'Eger em lastîkan neşewitînin em ê bi bedena xwe agirê Newrozê pêxin. Hûn hevrêyên Rahşan, Zekiye, Ferhat, Mazlûm Dogan in. Bijî gelê Mêrdînê."
Gelê Kurd pêşengiyê dike
Keskîn Bayindir, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, komkujiya li Kobanê bi bîr xist û wiha diyar kir, "Dema ku em li vir ji bo aştiyê têdikoşin, li kêleka me gelê me, birayên me, hevwelatiyên me qetil dikin. Wezîrê Parastinê derdikeve û dibêje, ew ê destûrê nede kesên ku îro pêvajo dişewitînin, xwe sabote dikin. Li her derê Kurdistanê em vê siyaseta durû qebûl nakin. Hewl tê dayîn pêvajoyê sabote bikin û dînamît li binê wê bixin. Divê her kes bizane ku temînata pêvajoyê gelê Qoserê ye."
Modela Çareseriya Rojava
Keskîn Bayindir, bal kişand ser qetlîamên li ser civaka elewî yên li Sûriyeyê û diyar kir ku kesê ku dê li Sûriyeyê pêvajoyeke demokratîk biafirîne ne Muhammed El Colanî ye, Mazlûm Ebdî ye û got, "Eger li Sûriyeyê pêşerojeke demokratîk çêbibe, wê bi modela Rojava re be. Ji bilî vê, modeleke din a Sûriyeyê ya hemû gelên Sûriyeyê ne Eger Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê gelê Kurd li dora xwe xwedî derkeve.
‘Kurd dixwazin Ocalan bibînin’
Keskîn Bayindir, da zanîn ku gelê Kurd girîngiyê nade axaftinên hikûmetê û wiha got: “Gelê Kurd dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze. Gelê Kurd dixwaze birêz Ocalan di nava xwe de bibîne. Dikevin televizyonan û dibêjin bila PKK çekan berde. Wezîrê Dadê jî vê yekê dibêje. Wezîrê Edaletê, hûn ne karê we ye ku hûn bangî PKK'ê bikin ku çek berde. Bi hezaran hevalên me yên ku bi neheqî di zindanan de hatine girtin hene. Bêedaletî li her derê belav bûye."
'Nexşeya xwe diyar bike'
Keskîn Bayindir, anî ziman ku kesên dibêjin pirsgirêka Kurd tune ye bersivê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Dest ji siyaseta xapandinê berdin. Formula we ya çareseriyê çi dibe bila bibe, pêşniyara xwe ya çareseriyê derxînin pêş. Nexşeya xwe diyar bikin. Gelê Kurd tenê bi yek kesî bawer dike. Ew jî birêz Ocalan e."
Ciwanan agir pêxistin
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û dema protokol ji bo pêxistina agirê Newrozê derbasî qadê bû, ciwanan qada ku agir lê girtibû, hilkişiyan ser kevirê agir û bi destên xwe agir pêxistin. Bi pêxistina agirê Newrozê re coş gihişt lûtkeyê, li qadê careke din dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, bi deh hezaran kes li ber stranên Grup Awesta govend gerandin û Newroz pîroz kirin.