
Li Farqîn û Çinarê Newroz hat pîrozkirin
- 15:05 18 Adar 2025
- Rojane
AMED - Li Farqîn û Çinarê Newrozê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Li navçeya Farqîn û Çinarê ya Amedê Newroz bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" bi coş hat pîrozkirin.
Farqîn
Li navçeya Farqînê ya Amedê bi dirûşmên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li qada Azîzoglu hat lidarxistin, parlementera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevşaredarên Farqînê Sevim Biçîcî û Kadrî Esen, rêveberên DEM Partiyê, DBPê yên Amedê, aktîvîstên TJAyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Gelek welatiyan cilên netewî li xwe kirin û hatin qada Newrozê û li ber stranan govend gerandin. Gel dirûşmên wek, “Bijî Serok Apo” û “Newroz Pîroz be” berz kir.
Di pîrozbahiyê de ji bo cangoriyên doza Kurdistanê rêz hat girtin û bernameyê dest pê kir.
Paşê dest bi axaftinan hat kirin. Pêşî Hevserokê DEM Partiyê yê Farqînê Nîyazî Soner axivî û got: “Serokê gelê Kurd bangawaziya yek dîrokî kir, em li vir bang dewletê dikin bila bi destê birêz Abdullah Ocalan bigirin.”
Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî diyar kir ku ew dixwazin sala 2025'an bibe sala azadiyê û da ku ew di nav şert û mercên azad de bijîn. Gurbuz destnîşan kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd ji bo Newroza Amedê 21ê Adarê peyamek zindî bişîne.
Rêveberê Navendî yê DEM Partiyê Mehmet Kiliç jî diyar kir ku ew Newrozê li Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û got ku Newroz li dijî qirkirinê xwe jinûve afirandin û nûjenkirin e.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adelet Kaya diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîst e her kes di nav têkoşînê de be û got: Newroz vejîn e, Newroz serhildan e. Newroz azadiya Rêbertî ye. Pêwîst e her kes xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.”
Hevşarêderên Farqînê jî derketin ser dikê gel silav kirin û Newroza gel pîroz kirin.
Paşê agirê Newrozê hat pêxistin û gel li ber stranan govendê gerand.
Çinar
Îro yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin jî navçeya Çinara Amedê bû. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredarên gelek navçeyên Amedê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên saziyan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di newrozê de axivî û got: “Newroza îsal a bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bi coş û kelecaneke mezin destpêkir. Newroza îsal hêviya me ya azadî, aşitî û wekheviyê xurtir kir. Ev hefteyeke li her derê bi lev bi roj newroz tê pîrozkirin. Ji ber ku hêviya gel ji jiyaneke azad, civaka demokratîk heye li her derê newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.”
Newroz li ber stranên Koma Turan Can û gerandina govendê bi dawî bû.