Di salekê de 29 jin li Îranê hatine darvekirin

  • 21:25 20 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Herana ragihand ku ji Bihara sala borî heta Bihara Îsal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hezar û 300 Kurd û yên herêmên din ên Îranê hatine binçavkirin. Li gorî ajansê 29 jinên Kurd û yên herêmên din ên Îranê di vê nav de hatine darvekirin.
 
Ajansa Herana ku ji komeke çalakvanên mafê mirovan pêk tê, salane binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistan û herêmên din ên Îranê radigihîne.
 
Hat ragîhandin ku ji meha Adara sala borî heta serê meha adara îsal li Rojhilatê Kurdistanê hezar û 300 kesên Kurd û herêmên din ên Îranê hatine binçavkirin. Ji vana 168 kes bê dadgehê hatine binçavkirin.
 
Ajansê anî ziman ku di vê dema diyar kirî de 649 jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din ên Îranê hatine binçavkirin. Ji vana 643 bûyer ji ber nepêçana laçikê ye.
 
Hate ragihandin ku hezar û 50 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Ji vana 29 jê jin û 5 jî zarok ku temenê wan jêrî 18 salî bûne. Her wiha 189 kes cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Ji vana dadgehê cezayê 55 kesî jî erê kiriye.