Newroza Frankfurtê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

  • 21:03 29 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza Frankfurtê ya ku dirûşma “Civaka Azad û Rêbertiya Azad” hat lidarxistin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.
 
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Civaka Azad û Rêbertiya Azad" bi coşeke mezin hat pîroz kirin.
 
Hevserokê KCDK-E'yê  Engîn Sever di axaftina xwe de got ku Newroz ji bo gelê Kurd berxwedana Mazlûm, Bêrîvan û Ronahîyan temsîl dike. Sever Cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz kir û got, "Paradîgmaya Rêber Apo ji bo aştiya Rojhilata Navîn çareseriyê diafirîne.”
 
Kezîban Dogan li ser navê YJK-E’yê axivî û got, “Em bi dengê Mazlûman û Bêrîvanan a  ku  digihêje heta Îmraliyê Newrozê pîroz dikin.” Kezîban Dogan anî ziman ku Newroza xwe bi şîara "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye" pîroz dikin û wiha domand: "Ev armanca bingehîn a têkoşîna gelê Kurd e."
Pîrozbahiya Newrozê bi konsera muzîkê ya Hozan Diyar berdewam kir.
 
Parlamenterê DEM Partiyê û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Çîçek di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em di 27'ê Sibatê de çûn serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me silavên wî ji we re anî. Birêz Ocalan xwest ku van tiştan bibêjin. Got ku di têkoşîna 52 salan de tu carî ji bo azadiya gelê Kurd tawîz nedaye û dev ji têkoşîna azadiya gelê Kurd bernedaye. Bi awayekî zelal gotina Şêx Seîd û Seyîd Riza ya dawî çi dibe em jî îro heman rêyê dimeşînin. 
 
Birêz Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji  rêxistina xwe, hevrêyên xwe yên têkoşînê, gelên çar parçeyên Kurdistanê û biryardariya têkoşîna demokrasî û azadiyê bawer dike. Gelê Kurd di têkoşîna vejînê de bi ser ket, êdî dora azadî ye. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna hebûnê ye, niha têkoşîna serketinê û bidestxistina azadiyê ye. Qadên Newrozê bûne dengê herî mezin ê vê bangê û dengê herî xurt a azadiyê.”
 
Cengîz Çîçek operasyonên desthilata AKP'ê yên li hemberî şaredariyên CHP'ê yên Stenbolê rexne kir û wiha domand: "Îro desthilat di bin navê lihevkirina bajaran de li Stenbolê operasyonan dimeşîne. Em li vir bang dikin, hûn bi tinehesibandina îradeya gelê Kurd û bi gotina 'Kurd nebe şaredar' hûn ê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin? Li qadên Newrozê bi milyonan mirov li kolanan û qadan li ber xwe didin û ji bo têkoşîna azadiyê bi deh hezaran canê feda kirin. Eger li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hêviyek hebe ev yek bi saya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”
 
Cengîz Çîçek heqareta Mansur Yavaş a li ser ala Kurdistanê jî şermezar kir û got, "Em bang li kesên ku bi nirxên gelê Kurd dilîzin, dikin: Zîhniyeta we têk çûye. Em ê bi agirê Newrozê têkoşîna azadî û berxwedana xwe bidomînin."
 
Piştre Cîgirê Serokê Eyaleta Hessenê Kawa Mensori Hessen derket ser dikê, Newroz pîroz kir û peyama hevgirtinê da.
 
Pîrozbahiya Newrozê bi konsera koma muzîkê ya Diyar Gerîla û Îbo Qamişlo bi dawî bû.