
Ji Helebê peyama 'Em bi jinên elewî re ne'
- 10:14 31 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên bajarê Helebê li hember berdewamiya qetilkirina elewiyên li berava Sûrî bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em bi tundî van komkujiyan şermezar dikin, divê desthilata Şamê van komkujiyan bidin sekinandin. Em bi jinên elewî re ne."
Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê leşkerên Heyet Tehrîr El-Şam ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê li hemberî elewiyan êriş hatin kirin. Di êrişan de bi hezaran kesên di nav de jin û zarok hene, hatine qetilkirin. Her wiha bi sedan kes jî hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e. Bertek û nerazîbûnên li hemberî komkujiyan didomin.
Rêveberiya Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Mune Kibik wiha bal kişand ser komkujiyan: "Sivîlên ku li berava Sûrî ne hatin qetilkirin û bi hinceta ku ew sivîl bermahiyê rêjîma Baasê ne. Zarok tên kuştin, xwendekarên zanîngehan tên kuştin, ma ev hemû bermahiyên rêjîmê ne? Ev çete bi van komkujiyan dixwazin elewiyan qir bikin. Ev yek birdoziya DAIŞ'ê ya xwînmêj dide diyar kirin. Ev kesên biyanî ku di nava çeteyên HTŞ`ê de cihê xwe digrin ma çi karê wan di axa me de hene. Sûrî ji me re biparêzin? Banga me ji bo tevahî jinên beravê heye ku bê hêz nemînin û şikestinê di xwe de ava nekin. Ji ber ku dijmin li ser şikestina we dixwazin xwe mezin bikin. Em bi wan re ne. Em ji wan re palpiştin. Divê em êşa xwe veguherînin berxwedanî û tekoşînê."
Raniya Cafer a êzidî jî wiha ji ajansa me re axivî: "Em weke pêkhateyên êzidî kuştin û qetil kirina elewiyan şermezar dikin. Piştî ku rêjîma Bass hat hilweşandin li şona ku nûbûnek di nava pêkhateyên Sûriya yê de were ava kirin, dijberî wê bi eynî zihniyeta yek ol û baweriyê şer hat dest pêkirin. Derheqê gelek sivîlan li berava Sûrî komkujiî hatin destpê kirin. Her wiha zarokên jî di nava komkujiyan de hatin qetil kirin. Divê hesab ji kesên ku destê wan di van komkujiyan de hene bê xwestin. Êşa xelkên elewî ji êşa me ye ji ber ku em jî di sala 2014'an de rastî fermanan hatin qetilam derheqê me hatin kirin jin û zarokên me hatin firotin hatin revandin û kuştin."
Dilovan Muse jî elewiye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Îro li berava Sûrî di bin navê bermahiyên rêjîmê jin zarok û sivîl tên qetil kirin. Ma çima ev qetil kirin tên berdewam kirin em bi tundî şermezar dikin."