
Li Mannheimê ’Rojên Pirtûkan ên Ocalan'
- 20:13 6 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bi beşdariya Tevgera Jinên Kurd YJK-E û jinên ciwan ên Kurd çalakiya 'Rojên Pirtûkan ên Ocalan' hat lidarxistin.
Jinan dahûrandin û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd yên têkildarî azadiya jinê li ser kartan nivîsandin, kart bi kulîlkan xemilandin û li darên derdora Wasserturmê ku yek qadên herî qelebalix ên bajêr e daliqandin.
Di çalakiyê de bal kişandin ser perspektîfên Rêber Apo yên ku jinan weke pêşengên çareserî û veguherîna civakî pênase dike.
Yek ji jinên ciwan ên beşdar hestên xwe wiha anî ziman, "Fêmkirina Rêber Apo yek ji erkên herî dijwar e, lê di heman demê de karê herî xweş e. Bi taybet weke jin bi saya fikrên wî em fêr dibin ku xwe weke cewherê civakê û kesayetên azad bibînin."
Her wiha di çalakiyê beşên ji nivîsên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê bi dengê bilind hatin xwendin.
Jinan bi kesên ku li dora wan kom bûn li ser ramanên Rêber Apo sohbet û nîqaş kirin. Gelê Mannheimêeleqeyek mezin nîşanî çalakiyê da.