DEM Partiyê bi Partiya Keskan a Almanyayê hevdîtin kir

  • 18:55 8 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE- Hevserokê Partiya Keskan a almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li meclîsê  Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re pêşwazî kir.
 
Di çarçoveya serdanê de endamê Parlamentoya Almanyayê  (Bundestag) Max Lucks jî bi Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak re bû.
 
Hevdîtin li salona civînê ya DEM Partiyê ya li Meclîsê pêk hat. Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan û heyeta bi wan re, heyeta Almanyayê pêşwazî kirin.
 
Civîn nêzî saetekî dewam kir û ji bilî geşedanên heyî yên li Tirkiye û herêmê, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê û geşedanên pê re hatin nîqaşkirin.