
Li Şedadê jinan şahiyek li dar xistin
- 16:05 15 Nîsan 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çand û Hunerê ya Şedadê ji bo xebatên çandî yên jinan û danasîna kelepora herêmê şahiyeke hunerî û çandî li dar xist.
Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê di çarçoveya projeya "Wîam- Lihevhatin" de şahiyeke hunerî û çandî ya taybet li dar xist. Çalakî li ber avahiya Meclisa Şaredariya Şedadê bi beşdariya şênî û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser pêk hat.
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Şedadê Rewda El Hemed diyar kir ku armanca projeyê ew e ku balê bikişînin ser rola jinan di parastina mîrateyên çandî de.
Rewda El Hemed her wiha destnîşan kir ku hevgirtina çandî di navbera Ereb, Kurd û Suryanan de dibe alîkar ku civakeke hevgirtî û vekirîtir were avakirin. Rewda El Hemed got cihêrengiya çandî ji bo civakê çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye.