Keştiya penaberan qulipî: 2 jinî jiyana we ji dest da

  • 20:13 15 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî Girava Bulamaç a Behra Egeyê keştiya penaberan qulipî û di encamê de du jinan jiyana xwe ji dest da.
 
Li nêzî Girava Bulamaç a Behra Egeyê keçiya ku penaber dibir qulipî û du kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya di çapemeniya Yewnanîstanê de cih girtiye, keştiya ku penaber dibirin Yewnanîstanê li nêzî Girava Bulamaç qulipiye. 
 
Ekîbên Yewnan yên li gravê, tespît kirin ku 40 kes ji qezayê xilas bûne û cesedê du jinan li peravê hatiye dîtin. Hat hînbûn ji van du jinan yek ducanî bûye.