Bi awayekî girseyî serdana şîna Binevş Altay hat kirin

  • 14:43 7 Nîsan 2025
  • Rojane
RIHA - Endama YJA Starê Binevş Altay di 11’ê Çileyê de di êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk li hemberî Garê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Binevş Altay li bajarê wê Pirsûsê şîn hat danîn û bi awayekî girseyî serdana şîna Binevş Altay hat kirin. 
 
Endama YJA Starê Binevş Altay (Doga Şîn) di 11’ê Çileyê de di êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk li hemberî Garê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Binevş Altay li bajarê wê Pirsûsê şîn hat danîn û bi awayekî girseyî serdana şîna Binevş Altay hat kirin. Kesên çûn şînê dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna tê li erdê namîne" berz kirin. 
 
Di serdanê de deqeyeke rêz ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat girtin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û got, "Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Mijara ku em behsa wê dikin ev e. Ev yek mûyek ji agir e. Berdêlên mezin dixwaze. Li ber xwe dan û ev 50 sal in ev têkoşîn didome."
 
'Keça min keça Kurdistanê ye'
 
Bavê Binevş Altay, Selamî Altay spasiya kesên ku çûn şînê kir û got, "Keça min keça hemû Kurdistanê ye. Ger hewce bike em ê jî tevlî vê têkoşînê bibin. Cihê sersaxiyê ji me re nehat dayîn. Pêşî gotin 'temam', piştre jî gotin 'na'. Henekê xwe bi me kirin. Pêwîst e gelê me vê dijminatiyê bibîne."
 
Serdan bi duayan bi dawî bû.