
Li Marmarayê erdhej
- 13:21 23 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Erdhejên li ser Behra Marmarayê li Stenbol û parêzgehên derdorê çêbûn. Piştî erdheja ewil a bi lerza 3,9'an pêk hat, AFAD'ê erdheja duyemîn jî 6,2 û ya sêyemîn jî 4,4 e.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku di saet 12.13an de li Behra Marmarayê bi lerza 3,9'an erdhejek ku navenda wê li peravên Sîlîvriyê ye pêk hat. Erdheja ku 6,99 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li Stenbol û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Piştî demeke kin, erdhejeke din a bihêztir li herêmê rû da. AFAD'ê erdheja duyemîn a ku li Behra Marmarayê pêk hat 6,2 eşkere kir. Erdhej li gelek parêzgehên herêma Marmarayê bi taybetî li Stenbolê bi tundî hat hîskirin.
Erdheja sêyemîn li peravên Büyükçekmeceya Behra Marmarayê di saet 12.51'an de bi pileya 4.4 pêk hat.