
Jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
- 15:33 2 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li bajarê Tirbespiyê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Bi hezaran jinên ji kantona Cizîrê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîda çareserî û aştiyê ye" meşek li bajarê Tirbespiyê li dar xist. Meş bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hat lidarxistin ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiriye.
Jin bi hildana wêneyên Abdullah Ocalan û alên Kongra Star ji deriya têketina rojhilatê bajar heya sûka navendî meşiyan. Di meşê de dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şermezarkirina komployê hatin berzkirin.
Li sûka navendî deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Gulo axivî. Gulistanê bi bîr xist ku piştî Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir û hew da bi dewletên Ewropa û cîhanê re nîqaş bike, komplo li dijî wî pêk anî.
Gulistan Gulo got: "Em jin ên ji tevahiya pêkhateyan dizanin ku ev komplo li dijî gelên azad, bi taybetî li dijî jinan hat kirin. Em di wê baweriyê de ne ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan xalek werçerê bû ku bi milyonan kesî bawerî pêk anîn. Bi saya ramanên wî jin azad bûne û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin."
Bi navê Meclisa Jinan a PYD’ê endama meclisê Nicûda Faris axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehî îsbat kir îradeya azad nayê şikandin û ramanên azad ji qeydan mezintir e. Her wiha got, Rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk ji tevahiya gelên herêmê re pêşkêş kir.
Nicûda Faris di dewama axaftina xwe de got: "Em ne tenê ber bi bîranînek biêş ve diçin, di heman demê de em ber bi serkeftinan ve diçin. Ji vir em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em dê heya mîsogerkirina azadiyê têkoşînê bidomînin."
Meş bi berzkirina dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.