38 jin li Rojhilat û Îranê hatin darvekirin

  • 14:36 5 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Komîsyona Jinan a Encûmena Neteweyî ya Parastina Mafên Mirovan a Îranê di nava 9 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdisatn û îranê 38 jin hatin darvekirin.
 
Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê di raporek xwe de balkişand li ser amarên darvekirina jinan a di neh mehên borî de.
 
Li gorî raporê, di nava 9 mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 175 kes hatine darvekirin. Ji vana 38 kes jê jin in.
 
Di raporê de hatiye diyarkirin, tenê di navbera 30’yê Tîrmehê ta 30’yê Îlonê de 14 jin hatine darvekirin. Yanî her çar rojan carek jinek hatiye darvekirin.
 
Hatiye diyarkirin ku zêdebûna darvekirinên jinan, bi armanca tirsandina civakê ye ku jin hertim di serhildanên gel de pêşengtiyê dikin.
 
Li gor amaran di salên borî de hejmara jinên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin wihaye; Di sala 2022’yan de 15 jin, di sala 2023’yan de 26 jin, di sala 2024’an de 34 jin û ji sala 2007’an ta niha jî zêdetirî 300 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.