
‘Zextên civakê bêdengiyê li jinan ferz dike’
- 09:02 6 Cotmeh 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Kedkarên şaredariyê ku li Mûş, Ebex û Qelqeliyê der barê tundî û mirinên biguman ên jinan de nirxandin kirin wiha gotin: “Dema jin ber bi întîxarê ve diçin, hema dibêjin ‘psîkolojiya wan xera bû’. Lê sedema esas vedişêrin. Jin hem ji aliyê malbatê hem jî ji aliyê mêran ve zextan dibînin.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Rêxistinên jinan diyar dikin ku pêkanînên desthilatdariyê tundiya mêr zêde dike û rêveberiyên herêmî jî ji bo dewlet polîtîkayên ku pêşî li tundiyê digire, pêk bînin xebatan dimeşînin. Koordînatora Jin û Zanistê ya Xizmetên Malbatî Işik Akman, xebatkara Midûriyeta Xebatên Jinan a Şaredariya Ebaxê Sakîne Baydar û xebatkara Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê Sebîha Ayaz der barê xebatan de axivîn.
‘Zext li ser jinan gelek bi bandor in’
Koordînatora Jin û Zanistê ya Xizmetên Malbatî Işik Akman der barê xebatên jinan û çavdêriyên xwe yên der barê qadê nirxand û got der barê jinan de xebata anketê pêk anîne. Işik Akman wiha vegot: “Em xwe amade dikin ku navenda piştevaniyê vebikin. Navenda me ya bîhnvedanê çalak e. Dema em derketin anketan me tirsa jinan ji çavên wan dît. Carnan zarokên wan ligel wan bûn. Dema zarokan tiştek digotin dayikan hema ew bêdeng dikirin. Ji ber zexta civakê li ser jinan gelek bi bandor e. Jin dibêjin ‘ger ez bêjim wê hevjîn dest ji min berde’. Ji ber vê jî behsa tundiyê nakin. Jinên me pê re hevdîtin kirin pirsa ‘hûn agahiyên me parve nakin ne wisa?’ kirin. Her ku em diaxivin hinek din xwe rehet hîs dikin. Dibêjin tundî pir dîtine. Dibêjin zarokên me mezin bûne, piştgiriyê didin me.”
‘Jin têgeha tundiyê nizanin’
Işik Akman daxuyakirin ku jin di mijara têgeha tundiyê de qelsiya hişmendiyê dijîn û wiha vegot: “Jin tundiyê nas nakin û pirsgirêka herî mezin nizanin. Ew dibêjin qey tundî tenê fîzîkî ye. Lê tundiya psîkolojîk, aborî heye. Dema tundiya fîzîkî pêk nayê ew dibêjin qey tundî tuneye. Lê dema ku diaxivin pir zelal xuyaye ku tundiya psîkolojîk dibînin. Em der barê vê de xebatê dimeşînin. Em li navenda civakî ya malbatê tên gel hev û şêwirmendên malbatê jî tevli dibin. Pir caran şêwirmend jî dibêjin ‘ev tiştên wisa navbera hevjînan de normal e’ û tundiyê normal dikin. Em dikarin bêjin ku bi îlankirina sala malbatê re, tundiya li ser jinê zêdetir ketiye rojevê.”
‘Perwerdehiyên hişmendiyê girîng in’
Işik Akman balkişand ser perwerdehiyên hişmendiyê û wiha dawî lê anî: “Bi baroyê re protokola me heye. Vê çarçoveyê de em plan dikin ku tax bi tax bigerin û cureyên tundiyê ji jinan re vebêjin. Bi taybet jî tundiya aborî, ji aliyê pir jinan ve nayê zanîn. Ger em bibin yek û bi hev re bixebitin wê hişmendî derkeve holê.”
‘Serlêdan roj bi roj zêde dibin’
Xebatkara Midûriyeta Xebatên Jinan a Şaredariya Ebaxê Sakîne Baydar destnîşan kir ku xebatên qadê yên derbarê jinan de didomin û got yekîneya jinan û mala bîhnvedanê vekirine. Sakîne Baydar ev titş anî ziman: “Serlêdanên jinan yên der barê tundiyê de roj bi roj zêde dibin. Heta yên nû zewicîne tên serî lê didin û dibêjin em dixwazin dest jê berdin. Jinên zarokên wan hene dixwazin zarokên xwe bigirin û têkoşîna vê didin. Du mehên dawî de li Ebexê pir zêde qetilkirin û întîxarên jinan hene. Pirsgirêkên aborî, tundiya mêran jinan dike zorê û serî li întîxarê didin.”
‘Armanca me pêşîgirtina qetilkirina jinan e’
Sakîne Baydar daxuyakirin ku di du mehên dawî de 5-6 mirinên bi guman hatine jiyîn û wiha domand: “Li dijî tundiyê hevalên me yên jin bi psîkologan re xebatan dimeşînin. Jinên dozên destberdanê vedikin bi tehdîdan re tên rû hev. Piştî psîkologa me hat gelek daxwaz çêbûn. Jin tên dixwazin biaxivin. Armanca me pêşî li tundiya jinan girtine.”
‘Mêr hewl didin serê bûyerê bigirin’
Xebatkara Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê Sebîha Ayaz der barê xebatan de axivî da zanîn ku li gelek gundan civîn pêk anîne û bi parêzeran re piştgiriya hiqûqî dane jinan. Sebîha Ayaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jinan hatin daxwazên xwe ragihandin. Gotin ‘hûn çawa dikarin alîkariyê bidin me?’ Me li ser daxwaza jinan li Qelqeliyê mala bîhnvedanê vekir. Li Qelqeliyê întîxarên jinan zêde ne. Em di vê mijarê de xebatan dimeşînin. Em bi hevşaredar, hevalên xwe yên jin û parêzeran re diçin cem jinan. Jin di nava çar dîwaran de hatine tengerzarkirin. Dema jin întîxar dikin dibêjin ‘psîkolojiya wê xera bû’. Bi taybet mêr wisa dibêjin û dixwazin serê bûyerê bigirin. Hem malbat hem mêr zextan li jinan dikin. Jin dixwazin li cihekî bixebitin lê tên atengkirin. Ji ber vê bixwebawerî jî namîne. Dema em diçin cem jinan dibêjin ‘me ji we hêz girt, baş e hûn hatin, baş e saziyek wisa hat vekirin’. Hatina gel hev a jinan wê pêşî li întîxaran jî bigire. Ez bi vê bawer dikim.”