
Hêza rêxistinkirî ya kesên ku rastiyê dinivîsin: MKG
- 09:04 6 Cotmeh 2025
- Rojane
Rabîa Onver
AMED - Rojnamevanên jin têkoşîna xwe ya rêxistinkirî li dijî zext, sansûr û hedefgirtina hikûmetên ku ji aliyê mêran ve tên birêvebirin, xurt dikin. Seroka MKG'ê Roza Metîna got, "Rojnamegerî ji bo parastina rastiya civakê têkoşînek e. Jinên rojnamevan qet pênûsa xwe danenîne û ew ê tu carî jî danînin."
Rojnamevanên jin, li hember zext, tundî û polîtîkayên sansurê yên ku ji hêla pergala serdest a mêran ve di çapemeniyê de pêk tên li ber xwe didin, bi têkoşîna rêxistinkirî hebûna xwe hîn xurtir dikin. Parastina mafê civakê yê agahdarkirinê wekî berxwedanê dibînin û tevî êrîş, binçavkirin, ceza û gefan jî, ew li dû rastiyê diçin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi îradeya ku bibe dengê jinan û pênûsa rastiyê, têkoşîna çapemeniya azad a li ser bingeha jinan li dijî zimanê yekperest, zayendperest ê medyaya serdest a mêran berfireh dike.
Seroka MKG'ê Roza Metîna, rojnamegerî wekî qadeke têkoşînê pênase kir û diyar kir ku wan li dijî zext, sansûr, binçavkirin, girtin û hedefgirtina jinên rojnamevan xeteke rêxistinkirî ava kiriye. Roza Metîna got, "Rojnamegerî parastina rastiya civakê ye. Em, rojnamevanên jin, bêyî ku pênûsên xwe deynin erdê berxwedanê mezin dikin, em îdîa dikin ku em dengê jinên Kurd û jinên li çaraliyê cîhanê ne." Roza Metîna diyar kir ku damezrandina MKG'ê berhema hewldanek ji bo xurtkirina hevgirtin û rêxistinbûna rojnamevanên jin e û tekez kir ku ew bi pênûsa rastiyê tarîtiya îktiran derxistine pêş ronî dikin, li dij vê tarîtiyê li berxwe didin.
'Em bi rojnamevanên jin re di bin sîwana MKG'ê de hatin cem hev'
Roza Metîna, bal kişand ser girîngiya rojnamegeriyê ya di civakê de û diyar kir ku wekî rojnamevan, ew girîngî û nirxek mezin didin pîşeya xwe. Roza Metîna got, "Rojnamegerî jî qadeke berxwedanê ye. Pîşeya rojnamegeriyê di nav civakê de qadeke têkoşînê ye. Wekî rojnamevanên jin, me xwest ku em xwe di civakê de bêtir xuya bikin. Me xwest ku em rêxistina xwe û hevgirtina xwe bi rojnamevanên jin re bêtir xurt bikin. Me MKG damezrand da ku em li dijî êrîşan bisekinin û bi rojnamevanên jin re hevgirtinê xurt bikin. Em rojnamevanên jin di bin sîwana MKG'ê de hatin cem hev. Berî komeleyê, me Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê damezrand, di binê banê platformê de di serdema rewşa awarte ya herî dijwar de me xebatên xwe dan meşandin. Piştre me biryara damezrandina komelaya MKG'ê da û me di 7'ê Cotmehê de damezrandina xwe îlan kir."
'Jin li meydanan li dijî êrîşan rastiyê diparêzin'
Roza Metîna diyar kir ku yek ji armancên sereke yên damezrandina MKG'ê ew bû ku bibe dengê jinên Kurd û jinên li çaraliyê cîhanê û li dijî neheqiyê di qadê de çalak bin. Roza Metîna got, "Wekî MKG, me xwest ku têkoşîna xwe li dijî gelek zext û zordariyên ku rojnamevanên ku pîşeya xwe dikin pê re rû bi rû dimînin, bidomînin. Ji aliyekî ve, armanca damezrandina MGK'ê têkoşîna li dijî zimanê zayendperest bû. Ev ziman di heman demê de rê li ber destdirêjî, tecawiz, tundûtûjî û gelek bûyerên din vedike. Me xwest bi damezrandina komeleya xwe wekî alternatîfekê li dij medyaya alîgir ku zimanê zayendperest pêş dixe, têkoşîna xwe li kêleka rojnamevanên jin xurt bikin. Medyaya rejîma AKP'ê bi berdewamî rojnamevanên jin hedef digire. Li qadê, em rastiyê li dijî tundûtûjî û êrîşan diparêzin, mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin. Ji ber vê yekê rojnamevanên jin dibin hedef. Ji ber vê yekê, me, rojnamevanên jin, têkoşîna xwe di bin sîwana MKG'ê de kir yek."
'Gelek rojnamevan dema ku karê xwe dikirin hatin kuştin'
Roza Metîna da zanîn ku wan di bin sîwana MKG'ê de ji bo rojnamevanên jin di warên cûrbecûr de atolye li dar xistine û ew her meh rapora binpêkirinên mafên jinên rojnameger bi raya giştî re parve dikin. Roza Metîna got, "Em di çalakiyên bîranînê de cangoriyên çapemeniyê jî bi bîr tînin. Em dengê rojnamevanên jin ên di zindanan de ne. Em her tim piştgiriya xwe ji bo jinên di zindanan de diyar dikin. Em dozên rojnamegerên jin ên tên darizandin dişopînin. Di heman demê de, em wekî MKG'ê dixwazin sîwana xwe bêtir berfireh bikin. Me vê dawiyê şaxa xwe ya MKG'ê li Wanê vekir. Li gelek bajaran nûnerên me jî hene. Em li her bajarî li dijî vê zext, tundûtûjî û hedefgirtina jinên rojnameger li berxwe didin. Jinên rojnameger di bin şert û mercên pir dijwar de dixebitin. Mînak, li Başûrê Kurdistanê, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Nagîhan Akarsel bi zanebûn hatin hedefgirtin û kuştin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî cezayê îdamê li jinên wekî Pexşan Ezîzî tê birîn. Di heman demê de, Cîhan Bilgin û Nazim Daştan dema pîşeya xwe ya rojnamegeriyê dikirin, li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin."
'Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan bidomînin'
Roza Metîna bi lêv kir ku ew li dijî êrîşên berdewam ên hikûmetê yên li ser rojnamevanên jin têkoşîna xwe dewam dikin û ew polîtîkayên sîstematîk ên bêcezatiyê jî eşkere dikin. Roza Metîna got, "Em li dijî kesên ku rojnamevanên jin hedef digirin, ji bo hevgirtinê giliyên wan dikin. Di demên dawî de, gelek rojnamevanên jin ji ber nûçeyên xwe ji aliyê van kesan ve gef li wan hatine xwarin û me jî li qadê bi berdewamkirina têkoşîna xwe li dijî wan bersiv da. Rojnamegerên jin ên Kurd dê tu carî li hember êrîşan paşve gav neavêjin û serî netewînin. Pênûs û kamerayên me rastiya me ne. Ev amûrên têkoşîna me ne û em ê tu carî dev ji wan bernedin. Pêvajoyeka 'Aştî û Civaka Demokratîk' dest pê kiriye, lê tevî vê pêvajoyê jî, êrîşên li ser rojnamevanan berdewam dikin. Divê dewlet li gorî vê pêvajoyê tedbîran bigire û hemû rojnamevanên jin ên di girtîgehê de berde. Divê ji bo rojnamevanan qadeke azad were afirandin, ji ber ku ji bo rojnamevanan qadeke azad tune ye da ku bixebitin. Her hikûmetek ku tê avakirin pêşî rojnamevanan hedef digire û ev bûye kevneşopiyek dewletê. Wekî rojnamevan, em ê têkoşîna xwe li dijî van êrîşên dewlet û hikûmetê ku bûne kevneşopiyek, bidomînin."
Bangewaziya ji bo Merasîma Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersoz
Roza Metîna, di dawî de, bang li hemû rojnamevanên jin kir ku di bin banê MKG'ê de bicivin û got: "Em dixwazin her kes li her derê û di her şert û mercî de çapemeniya azad hembêz bike. Rojnamevan dengê rastiya di civakê de ne. Ji bo xurtkirina civakê û misogerkirina aştiyê, çapemeniya azad pêwîst e. Ji ber vê yekê, banga me ew e ku her kes li çapemeniya azad xwedî derkevin. Wê di 8'ê Cotmehê de li Çandamed a Amedê Merasîma Xelatdayina Jinên Rojnameger a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin. Armanca vê pêşbirkê derketina pêş a keda jinên rojnameger e. Ji bo em li vê kedê xwedî derkevin em ê li wir bin. Pêdivî ye ku hemû rojnamevanên jin di wê rojê de li wir bin û xwedî li vê rojê derkevin."