
Jinan banga ‘aştî û civaka demokratîk’ nîqaş kirin
- 20:54 7 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li Qamişloyê bi dirûşmeya ‘Rola Rêber Apo di Pêvajoya Aştî û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de’ panelek li dar xist.
Kongra Star ya kantona Cizîrê di panela bi ser navê ‘Rola Rêber Abdullah Ocalan di avakirina aştî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn’ pêk anî. Panel li navenda çand û huner ya Mihemd Şêxo li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna kesayetên jin û nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyan hate lidarxistin.
Panel bi sê zimanan hat dayîn. Bi zimanê Kurdî Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi zimanê Erebî endama Desteya Aborî û Çandinî Semer El-Abdullah û bi zimanî Suryanî endama Yekîtiya Jinên Suryan Estêr Mirad bûn mêvan.
‘Pêwist e gelên herêmê bi hev re bijîn’
Di panelê de rêvebera Kongra Star Rîhan Temo balkişand ser pêwîstiya piştgiriya berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û ew wekî "berxwedaneke dîrokî" bi nav kir.Rîhan Loqo axivî û destnîşan kir ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya 26 salan di girtîgehê de pirsgirêkên Rojhilata Navîn analîz kirin û hişmendiya baviksalarî, dûrxistina rola jinê red kir.
Hevseroka Desteya Abûrî û Çandiniyê ya Rêvberiya Xweser a Demokratîk Semer Ebdullah jî axivî û got: “Pirojeya netewa demokratîk ku Rêber Apo pêkşêş kiriye çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e ji ber ku ew jiyana hevbeş û rola jin di avakirina civakê de misoger dike. Jina Ereb jî bi ramanên Rêber Apo bandor bû ku li deverê guhertineke mezin di fikir de pêk hat.”
Her wiha endama Partiya Yekîtiya Jinan ya Sûriyan Stêra Murad li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê avakirina civaka demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne axivî û anî ziman ku bedena vî ramanê rêxistina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku mafê her kesî diparêze.
Paşê sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.