Li dijî nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ êrîşa nîjadperest

  • 20:55 7 Cotmeh 2025
  • Rojane
ESKÎŞEHÎR – Bi armanca balê bikşînin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş nivîsên ‘Çi bi Rojînê hat?’ û porte hatibû xêzkirin. Li dijî nivîs û portreyê aydê Rojîn Kabaîş êrîşa nîşadperest pêk hat.
 
Li Eskîşehîrê li kolanê li ser dîwar nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat?’ û portreyê wê hat xêzkirin. Li dijî nivîs û portreyê êrîşa nîjadperest pêk hat. Wêne û nivîs hatin reşkirin û ala Tirk hat xêzkirin.
 
Der barê mijarê de Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, li ser platforma X rewş parvekir û got wê ew bi înat têkoşîna edaletê bidomînin û bi înat hesabê vê bipirsin.