
Sirûnaz Ehmedî dest bi greva birçîbûnê kir
- 20:41 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafê jinên Kurd Sirûnaz Ehmedî ji bo piştgiriya girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî yê ku li Girtîgeha Evînê tê girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li Îranê zext û zordariya li ser girtiyên siyasî didome. Çalakvana mafên jinên Kurd û girtiya siyasî Sirûnaz Ehmedî dest bi greva birçîbûnê kir.
Sirûnaz Ehmedî li ser hesabê xwe yê fermî têkildarî çalakiya xwe ya grevê û piştevaniya xwe ya bi girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî peyamek da. Sirûnaz Ehmed anî ziman ku çalakiya wê, wê heta roja 15’ê Cotmehê dewam bike heta ku daxwazên Nesîm Simyarî neyên pêkanîn wê çalakiya xwe dewam bike.
Sirûnaz Ehmedî destnîşan kir ku çalakiya Nesîm Simyarî girêdayî Ferîba Kemal Abadî ve girêdayî ye û got: “10 sal in di girtîgehê de ye û dema wê hatiye bê azadkirin. Lê rejîma Îranê vê yekê paş xistiye. Ev yek jî tê wateya îşkenceya derûnî.”
Sirûnaz Ehmedî diyar kir ku ev xweragiriya Ferîba Kemal Abadî nişana serketinê ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye 12’ê Cotmehê girtiyê siyasî Nesîm Sîmyarî li girtîgeha Evîn ji bo dilsoziya bi Ferîba Kemal Abadî reketiye greva birçîbûnê. Li aliyê din biryar bû hefteya bê Ferîba Kemal Abadî bihata berdan.