
Li Şehbayê du zarok hatin revandin
- 22:01 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê yê herêma Şehba ya bakurê Helebê revandin. Bûyerên bi vê rengî û tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê de dewam dikin.
Rêxistinê destnîşan kir ku ev sûc derdora seat 11.00’an pêk hat. Komeke çekdarên rûgirtî bi erebeyekê derbasî gund bûn û ew her du zarokan ji pêş mala wan revandin. Şêniyên gund got wan nikarî nasnameya aliyê ev sûc kiriye diyar bikira.
Li gorî rêxistinê navên her du zarokan wiha ne: Hêlîn Hisên Elûş (15) û Reyan Îdan Gedro (13).
Rêxistinê eşkere kir ku aqûbeta her du keçan hîna ne diyar e. Malbatên her du keçan bang li aliyên eleqedar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez destwerdanê bikin ku aqûbeta wan bê diyarkirin û bi sax vegerin mala xwe.
Li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê heye û sûcên bi ajoyên taîfî, rewşên revandina jinan û jinên temenbiçûk didomin. Li beramber van sûcan hesabxwestin û qanûn tune ye.