ÎHD'a Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin
- 13:49 21 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - ÎHD'a Amedê rapora xwe ya binpêkirina mafên zarokên a Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hat hat diyarkirin ku di salekê de 192 bûyer li dijî mafên zarokan pêk hatine û neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirina mafên zarokan.
Komîsyona Zarokan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, rapora xwe ya binpêkirinên mafên zarokan ku di navbera salên 2024-2025'an de li Bakurê Kurdistanê pêk hatine li avahiya xwe eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê Ercan Yilmaz û rêveberên şaxê tev li daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Komîsyona Zarokan a ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Pêşî Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî.
Ercan Yilmaz diyar kir li cîhanê peymana ku ji aliyê dewletan ve herî zêde hatiye îmzekirin Peymana Mafên Zarokan e û wiha axivî: “Lê em dibînin ku li cîhanê mafên herî zêde tên binpêkirin mafên zarokan in. Li Tirkiyeyê jî ev 40 sal in şer heye, di pêvajoya şer de herî zêde mafên zarokan hatin binpêkirin. Yek ji wan Ugur Kaymaz bû. Cînayeta ku ewqas eşkere bû lê ev bûyer ji aliyê dewletê ve wekî ‘pevçûn’ hat eşkerekirin û ser bûyerê hat girtin. Li Tirkiyeyê îro aştî tê nîqaşkirin, em dibêjin ku divê desthilat lêborînê ji zarokan û malbatên zarokên bûne qurbanî bixwaze.”
Paşê Berfîn Elçî raporê eşkere kir. Berfîn Elçî diyar kir ku di Peymana Netewên Yekbûyî de ji bo mafên zarokan tê gotin ku divê di navbera zarokan de tu cudahî çênebê û divê mafê zarokan werin parastin û got: “Dewletên ku Peymana Mafên Zarokan îmze kirine ji parastina mafên zarokan berpirsiyar in. Tirkiye jî di peymanê de xalên 17, 29 û 30'yemîn bi cîh kiriye. Di wan xalan de bi taybetî ji aliyê çand, nasname û zimanê zikmakî ve mafên zarokan tên sînordarkirin. Li herêma Bakurê Kurdistanê di pêvajoya şer de mafên zarokan tên binpêkirin. Bandora vê binpêkirinê hê jî berdewam dike. Neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirina mafên zarokan. Bi deh salan e ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bên pêrwerdekirin. Ziman ji bo zarokan ne tenê tê wateya xweîfadekirinê, ziman tevlibûna jiyana civakî ye jî. Em dîsa dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane divê were çareserkirin.”
Berfîn Elçî destnîşan kir ku di binpêkirinên mafan ên li bajarên herêmê de diqewimin rîskên cidî hene û ev tişt anî ziman: “Di serdema amadekirina vê raporê de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û 51 zarok jî birîndar bûne. Ev tevahî bûyer sedema polîtîkayên ewlehiyê ne. Di heman demê de 13 zarok bi awayên guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm zarokek teşebusî întîxarê hatiye kiriye. Zarok herî zêde bi tundiya di nav malbat û civakê de rû bi rû dimînin. Di nava salekê de herî kêm 4 zarok bi tundiya di nava malbatê de jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bûye. 20 zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane, zarokek hatiye revandin. 65 zarok hatine binçavkirin, herî kêm 11 zarok hatine girtin. 5 zarok jî di binçav de tundî li wan hatiye kirin. Zarokek dema dixebitiî birîndar bûye, 5 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 2024 û 2025'an de 192 bûyer pêk hatine. Ev hejmar yên ku ji aliyê me ve hatine tespîtkirin. Ji bo wê em dizanin rewş hê jî girantir e.”
Berfîn Elçî li ser navê Komîsyona Zarokan daxwazên xwe wiha rêz kir:
* Mirinên biguman divê ji nû ve werin lêpirsîn.
* Li dijî tundiya li ser zarokan divê biryarên parastinê werin pêşxistin.
* Zarokên ku hatine binçavkirin divê lêpirsîna wan bi rêya parêzvananên mafên zarokan were meşandin.
* Divê tundiya ku di binçav de pêk tên baş werin lêkolînkirin û ji nû ve lêpirsîn werin destpêkirin.
* Divê pêşî li xebitandina zarokan were girtin û makenîzmayên aborî û civakî werin lipêşxistin.
* Divê hemû polîtîkayên ji bo zarokan bi berjewendiya zarokan pêk werin.







