Tê payîn ku komîsyon di destpêka hefteyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
- 17:04 21 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî biryar girt ku biçe Girava Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.Tê payîn ku komîsyon di destpêka hefteyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya ku bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne civiya. Komîsyon biryar girt ku biçe Girava Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
Tê payîn ku komîsyon di destpêka hefteyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.







