Li Rihayê ji bo jinên hatin qetilkirin dar hatin çandin

  • 10:53 24 Mijdar 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - DEM Partî û DBP'ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li navçeya Sêwreg  a Rihayê çalakiyek çandina daran li dar xistin.
 
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), çalakiya çandina darên berûyê li Baxçeyê milet yê navçeya Sêwreg a Rihayê di çarçoveya 25'ê  Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî  de pêk hat. Çalakiya çandina daran ji bo bîranîna jinên kuştî hate lidarxistin. Hejmareke mezin ji jinan beşdarî çalakiyê bûn. Dema ku şitlên berûyê diçandin, jinan pir caran dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kîrîn.