Ji MKG'ê peyama 25'ê Mijdarê
- 11:48 25 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - MKG'ê têkildarî 25'ê Mijdarê diyar kir ku jinên li çaraliyê cîhanê bi têkbirina şîdeta baviksalar jiyanên nû ava dikin û got:"Em ê bi parastina prensîba 'rastî nayê veşartin' hevgirtinê bidomînin. Ev ji bo hemî jinan banga me ya 25'ê Mijdarê ye: Werin em xwe bi rêxistin bikin, werin em piştevaniya hev bikin, werin em bi hev re rastiyê biparêzin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniya nivîskî weşand. MKG'ê got:"Her pratîkek ku îradeya jinan hedef digire, armanc dike ku destkeftiyên ber bi wekheviya civakî ve hatine bidestxistin berevajî bike. Ji ber vê yekê, têkoşîna me ne tenê li dijî encamên şîdetê ye; her wiha li dijî hemî mekanîzmayên hişmendiya ku şîdetê hildiberîne ye."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em dengê banga azadiyê ya jinên ku di 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li çaraliyê cîhanê derdikevin qadan, bilind dikin.
Îro, wekî beşek ji berxwedana jinan a ji Xwişkên Mîrabal vir ve ya ku her diçe mezin dibe, em dengê xwe li dijî her cure şîdeta serdest a mêran bilind dikin. Em ê li hember polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan tehdît dikin, pratîkên bêcezatiyê û nîqaşên medyayê yên ku şîdetê nedîtî dike bêdeng nemînin. Rojnameger tenê ji ber ku pîşeya xwe dikin, gelek cureyên şîdetê dibînin.
Armancgirtin, binçavkirin, gefên dozên dadgehê, destdirêjiya dîjîtal, astengkirina qadan û pratîkên ku şert û mercên xebatê sînordar dikin, êrîşeke eşkere ya li ser mafê rojnamevanan e. Bêdengkirina rojnamevanên tundûtûjiyê eşkere dikin, rasterast mafê raya giştî yê agahdarkirinê hedef digire. Ji ber vê yekê, her êrîşek li dijî rojnamevanan ne tenê teşeyekî tundûtûjiya takekesî ye; ev destwerdaneke siyasî ya li dijî mafên giştî ye. Wekî MKG, em ê parastina ewlehiya rojnamevanan, xurtkirina hevgirtina pîşeyî û misogerkirina belavkirina azad a rastiyê bidomînin.
Berdewamiya kuştina jinan encama polîtîkayên baviksalar û mîlîtarîst e. Şîdeta navmalî, şîdeta sepandina qanûnê, bêcezatiya dadwerî û cudakarî û êrîşên nefretê yên li dijî jinên penaber hemî berhemên mekanîzmayeke desthilatdariya avahîsazî ne. Şîdeta li dijî jinan xwedî aliyekî sîstematîk e, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla çandî ve. Her pratîkek ku îradeya jinan hedef digire, armanc dike ku destkeftiyên ber bi wekheviya civakî ve hatine bidestxistin berevajî bike. Ji ber vê yekê, têkoşîna me ne tenê li dijî encamên şîdetê ye; her wiha li dijî hemî mekanîzmayên hişmendiya ku şîdetê hildiberîne ye.
Weke MKG'ê, daxwazên me ev in:
*Nasandina kuştina jinan a wek diyardeyeke siyasî û lêpirsîneke zelal a hemû dozan
*Bidawîanîna polîtîkayên bêcezatiyê; jiholêrakirina hemû pratîkên ku sûcdaran diparêzin
*Rawestandina zext, girtin û destdirêjiya dadwerî ya li ser rojnamevanên jin
*Devjêberdana zimanê serdest ê mêran a di medyayê de. Ev ziman qurbaniyan sûcdar dike û sûcdaran bêguneh dike
*Rakirina hemû astengiyên îdarî û dadwerî yên ku rê li ber jinan digirin ku bigihîjin ewlehî, piştgirî û mekanîzmayên edaletê
*Rawestandina bandorên şer, pevçûn û polîtîkayên ewlehiyê yên li ser mafê jiyanê yê jinan
Jinên li çaraliyê cîhanê bi têkbirina şîdeta baviksalar jiyanên nû ava dikin. Di her gavên vê pêvajoyê de, rojnamevan li cihekî radiwestin ku hem şahidiyê dike û hem jî têkoşînê eşkere dike. Em ê bi parastina prensîba 'rastî nayê veşartin' hevgirtinê bidomînin. Ev ji bo hemî jinan banga me ya 25'ê Mijdarê ye: Werin em xwe bi rêxistin bikin, werin em piştevaniya hev bikin, werin em bi hev re rastiyê biparêzin."









