Jinan ji bo Tunela Taksimê bang kirin

  • 12:03 25 Mijdar 2025
  • Rojane
STENBOL - Jin dê di 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bicivin. Beriya meşê, hemû kolanên ku ber bi Cadeya Îstîklal a li Beyogluyê ve diçin di bin dorpêçê de ne.
 
Beriya meşa jinan a ku ji bo 25'ê Mijdarê hatibû plankirin, hemû kolanên ku ber bi Cadeya Beyoglu ya Îstîklalê ve diçin, hatin girtin.
 
Qada Taksîmê hatiye dorpêçkirin
 
Li gorî banga Platforma Jinan a 25'ê Mijdarê, tê payîn ku jin saet di 19.30'an de êvarê li Tunela Beyoglu bicivin. Polîsan ji sibehê ve hemû rêyên ku diçin Kolana Îstiklalê girtine. Rêyên ku diçin Qada Galatasaray û Qada Taksîmê hatine girtin û qad hatiye dorpêçkirin.
 
Her wiha, tevî hemû zextan, jin banga xwe ji bo hemû jinan dubare dikin ku li Tunela Taksîmê bicivin.