Li Sêrtê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' meş hat lidarxistin

  • 16:27 25 Mijdar 2025
  • Rojane
SÊRT - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê, TJA li Sêrtê meşek li dar xist banga têkoşîna hevpar hat kirin.
 
Li Sêrtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), meşek hat lidarxistin. Jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn bi tilîlî û çepikan ber bi cedeya Guresê meşiyan. Di meşê de pankarta "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" hat vekirin û jinan dirûşma "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Muazzez Bulga ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Parlamentera DEM Partî Sebahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser daneyên kuştina jinan û daxuyand ku dê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.