Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive
- 14:24 5 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL - Di roja destpêkê ya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de Hevseroka Dsteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî wê biaxive.
Tê payin ku Îlham Ehmed bi rêya telekonferansê axaftina destpêkê ya konferansê bike.
Sernavê sereke yê konferansê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, ku wê di vê çarçoveyê de tecrûbeyên li welatên cuda bêne nîqaşkirin.
Tê plankirin ku ji herêma Baskê heta bi Efrîkaya Başûr, ji Sinn Feinê heta bi Qraliyeta Yekbûyî, ji Kazakistanê heta bi Belçîkayê gelek kesayetên navneteweyî beşdarî konferansê bibin.
Konferans wê li Salona Konferansê ya Cem Karaca ya li Stenbolê pêk were.







