Li Minbicê zarokek hat qetilkirin
- 20:32 25 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên Tirkyeyê Minbicê zarokek qetil kirin.
Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li taxa Hezwana a naverasta bajarê Minbicê gule li Ehmed El Hesen (17) baran. Ehmed El Hesen ji ber gule li serê wî ket bi giranî birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Şêniyên taxê diyar kirin ku dema zarok li pêş mala xwe bû, dewriyeyek çeteyên di wir re derbas dibû û yekser guleyan li zarok barandin.







