Li gumanbarê ku Hanim Bîçer qetil kir cezayê muebeta giran
- 17:58 15 Cotmeh 2026
- Rojane
ANTALYA - Li gumanbar Hizir Çelîk ku Hanim Bîçer ya ku dest jê berdabû qetil kir, cezayê muebeta giran hat birîn.
Li Antalyayê di 11’ê îlona 2025’an de mêrê bi navê Hizir Çelîk jina bi navê Hanim Bîçer ya ku dest jê berdabû qetil kir.Runiştina biryarê ya doza ku gumanbar jê dihat darizandin li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Antalyayê hat dîtin.
Gumanbar, parêzerên wî û malbata Hanim Bîçer û parêzerên malbatê tevli runiştinê bûn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşker akir û li gumanbar Hizir Çelîk cezayê muebeta giran hat birîn.
Parêzer Yagumur Burçîn Sayin Kurt li ser navê Komeleya Ewil Jin û Zarok xivî û da zanîn ku ev biryareke mînake û bêyî daxistina tahrîka bêmaf biryar hatiye dayîn. Her wiha daxuyakirin ku her çiqas yên jiyana xwe ji dest dane şûnde neyên jî wijdana wan rehet kiriye.







