Pervîn Buldan: Divê şert û mercên xebata azad a Abdullah Ocalan bê avakirin
- 20:51 15 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina dawî ya konferansa Kurd a ku du roj in li Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin de pêvajoya aştiyê û krîza demokratîkbûyînê hatin nîqaşkirin. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan got: “Divê demildest şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan werin bicihanîn.”
Rûniştina dawî ya konferansa Kurd ku li Parlamentoya Ewropayê pêk tê, bi sernavê ‘Tirkiyeya di navbera pêvajoya aştiyê û krîza demokratîkbûyînê de: Diyalog, serweriya hiqûqê û beşdarbûna siyasî’ hat lidarxistin. Dîlek Odabaşi moderatoriya rûniştinê kir.
Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Parlamenterê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen, Parlamenterê Yeni Partiyê Okan Konuralp û Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici di rûniştinê de axivîn.
Pervîn Buldan destpêkê axivî û derbarê rewşa pêvajoyê de nirxandin kirin. Pervîn Buldan da zanîn ku pêvajoya çareseriyê di xala werçerxê de ye û destnîşan kir ku ev proje "projeya sedsalê” ye.
‘Em di qonaxeke girîng de ne’
Pervîn Buldan wiha axivî: "Bi taybetî li hemberî rîsk û xetereyên mezin ên ku ji ber krîz û rewşa şer a li Rojhilata Navîn derketine, pêvajoya çareseriyê ya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 2’7ê Sibatê ya Birêz Ocalan dest pê kiriye û bi îradeya siyasî ya Birêz Devlet Bahçelî û Birêz Recep Tayyîp Erdogan pêşiya wê hatiye vekirin, di xala werçerxê de ye. Ev pêvajo ji bo gelan, demokrasî, hiqûqa gerdûnî û siyaseta demokratîk deriyê serdemeke nû vekiriye. Ji ber vê yekê wê ne şaş be ku em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wekî projeya sedsalê bi nav bikin. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, meşa bi hev re, avakirina aştî û demokrasiyê wê bibe gavek ku asoya sedsala pêşiya me diyar bike.”
‘Divê şert û mercên Birêz Ocalan werin bicihanîn’
Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim diyar bikim ku em li bendê ne ku Birêz Ocalan di Desteya Aştî û Siyasîbûnê de erka koordînatoriyê bigire ser xwe. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoyeke wiha ye ku divê bi gavên dualî pêş ve biçe. Weke rola ku Birêz Ocalan di qonaxa bêçekbûnê de girtibû ser xwe wê birêvebirina erka koordînatoriyê bihêle ku bigihêje armanca xwe. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim destnîşan bikim ku divê demildest şert û mercên xebata azad a Birêz Ocalan werin bicihanîn."
Parlamenterê Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir kupartiya wan piştgiriyê dide pêvajoyê û got, "Partiya me piştgiriyê dide verastkirinên qanûnî û destûrî yên ku wê sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ji holê rakin û avakirina aştiyeke mayînde."
Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici destnîşan kir ku yek ji xalên herî biqîmet ew e ku çareseriya vê pirsgirêkê veguheriye polîtîkaya dewletê û got: "Ev tê wê wateyê ku desthilatdariya siyasî biguhere jî wê pêvajo berdewam bike. Jixwe em bawer dikin ku divê wisa be. Ev pêvajo nabe pêvajoyek ku partiyeke siyasî wê texê destê xwe û ji bo temenê desthilatdariya xwe dirêj bike bi kar bîne. Bûyîna wê polîtîkaya dewletê gelekî biqîmet e."
Parlamenterê Yeni Partiyê Okan Konuralp jî wiha axivî: "Bi qasî wijdanî, exlaqî û civakî di heman demê de ji aliyê aborî ve jî em piştgiriyê didin vê pêvajoyê." Konuralp diyar kir ku ligel hemû pêkanînên dij-demokratîk ên desthilatdariyê jî ew piştgiriyê didin deriyê aştiyê yê ku li Tirkiyeyê vebûye û got, "Em dixwazin di vî derî re derbas bibin û bigihêjin pêşerojeke demokratîk. Pirsgirêka Kurd a hevwelatîbûna wekhev (...) pirsgirêka pêşeroja hevpar a Tirkiyeyê ye. Nabe weke lutfeke desthilatdariya siyasî were dîtin."







