Ji bo projeya Zenkar-2 ya li Arzoxliyê paşve gav avêtin
- 11:36 5 Mijdar 2026
- Rojane
AMED – Ji bo projeya Zenkar-2 ya li taxa Arzoxliyê ku niştecihên herêmê ev 15 roj in li dijî wêrankirina xwezayê çalakiyan dikin, biryara rawestandina demkî ya pêkanînê hat dayîn. Komîsyona Hiqûqa Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê ragihand ku em ê heta dawiyê parastina qadên xwe yên jiyanê bikin.
Li taxa Arzoxliyê ya navçeya Sûr a Amedê, şîrketekê di bin parastina leşkerî de xebatên ji bo Santrala Enerjiya Rojê û Tesîsa Depokirina Enerjiyê ya Zenkar-2 dimeşandin. Li hemberî vê yekê, niştecihên herêmê dest bi çalakiyan kirin û di konan de nobet girtin. Niştecihên taxê ku ev 15 roj in li dijî vê talanê radiwestin, ji bo projeya Zenkar-2 gav paşve dan avêtin.
Komîsyona Hiqûqa Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê bi rêya medyaya dijîtal ragihand ku Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Amedê, ji bo projeya Zenkar-2 ku tê plankirin li ser cihekî dîrokî û zeviyên çêrgehê were avakirin biryara rawestandina demkî ya pêkanînê daye. Dadgehê ev biryar daye ku ji ber proje dê zirarê bide tenduristiya mirovan, xebatên çandiniyê û mîrateya dîrokî û çandî ya herêmê. Komîsyonê got, "Em dixwazin raya giştî agahdar bikin ku em ê parastina qadên xwe yên jiyanê bidomînin û têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin."







