Ji ber Wezareta Dadê bang: Pınar Tikit demildest were berdan
- 14:05 9 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Endamên DEKUP'ê ji bo daxwaza berdana girtiyên siyasî yên jin, di çarçoveya çalakiyên xwe yên berdewam de, vê hefteyê jî li ber Wezareta Dadê kom bûn. Ji Komeleya Parêzerên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Nuray Ozdogan, li ser navê platformê axivî û diyar kir ku berdana Pinar Tîkît ya ku bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû ye du caran hatiye taloqkirin û bang kir ku ev biryar ji nû ve bên nirxandin.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), di hefteya çaremîn a çalakiyên xwe yên her Duşemê de ku ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê tên girtin û berdana wan tê taloqkirin tê lidarxistin, li ber Wezareta Dadê kom bû. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa Pınar Tikitê ku berdana wê du caran hatiye taloqkirin. Beşdarên çalakiyê wêneyêngirtiyên jin hildan ku berdana wan hatiye taloqkirin. Daxuyaniya çapemeniyê, li ser navê beşdaran, ji aliyê endama Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) Nuray Ozdogan ve hat xwendin.
JI bo Pinar Tîkît banga tahliyekirinê
Nuray Ozdogan diyar kir ku tevî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê, berdana Pınar Tîkît hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku binpêkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên jin, astengkirina berdana wan û zexta li ser wan ji bo devjêberdana nasnameya wan a siyasî ye. Hemû ev tişt, beşek ji siyaseteke berfirehtir in ku armanca wê şikandina îradeya jinan e. Lêbelê, em careke din radigihînin: azadiya Pınar Tîkît û ya girtiyên jin ên siyasî yên din ku berdana wan hatiye taloqkirin divê neyê hiştîn ku ev biryar ji rêveberiyên girtîgehan re bên hiştin. Em bang li Wezareta Dadê, hemû saziyên têkildar û raya giştî dikin: Divê ew biryarên ku rê li ber berdana Pinar Tîkît digirin ji nû ve bên nirxandin, astengiyên neqanûnî yên li pêş mafê wê yê berdana bi şert bên rakirin,û Pinar Tîkît divê demildest were berdan. Divê rewşa wê ya tenduristiyê ji aliyê heyetên bijîşkî yên serbixwe û pispor ve were nirxandin,û bêyî derengxistin, divê derfet ji bo hemû muayene û tedawiyên pêwîst ji wê re bên peydakirin. Divê siyaseta ‘cezayê duyemîn’ ku bi rêya van Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tê meşandin bi dawî bibe.
Di demekê de ku em gihîştine hefteya çaremîn a çalakiya xwe ya ji bo azadiya girtiyên jin ên siyasî, em dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Pinar Tîkît û hemû girtiyên siyasî yên din ên ku berdana wan hatiye astengkirin, azadiya xwe bi dest bixin. Girtiyên nexweş azad bikin! Dawî li biryarên keyfî yên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bînin.”







